Welatiyekî Efrînî bi rêya Rûdawê ji bo emelyata xwe alîkariyê dixwaze

03-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Wêne û video: Rûdaw
Wêne û video: Rûdaw
Nîşan Efrîn Rojava Kurd Alîkarî Elî Neiso
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî Efrînê yê bi navê Elî Neiso bi riya Rûdawê bang li hemû saziyên navdewletî dike ku alîkariya wî bikin ji bo were dermankirin. Elî Neiso dema li Lubnanê kar dikir, ji qata duyem a avahiyekê ketiye xwarê û felc bûye û divê were emelyatkirin.

Elî Neiso, ji gundê Axçelê yê ser bi nahyeya Cindirêsê ya Herêma Efrînê ve ye. Berê li Beyrûta paytexta Lubnanê karê elektrîkê dikir.

Sala 2013yan li wê derê, di dema kar de, ji qada duyem a avahiyekê ketiye xwarê, êdî stûyê wî şikestiye û felc bûye, û niha nikare dest û lingên xwe bikar bîne.

Li Lubnanê ti alîkarî pê re nehate kirin, lewra neçar bûye vegere gundê xwe û di êş û azarên xwe de berdewam be.

Elî Neiso bi rêya Grûpa Efrîn Live pêwendî bi Tora Medyayî ya Rûdawê re kir, da dengê xwe bigihîne aliyên pêwendîdar ku alîkariya wî bikin.

Elî Neiso dibêje, doktoran ji wî re gotine ku dermanê wî li Rojhilata Navîn tune ye, tenê li Ewropa û Amerîkayê emeliyata wî tê kirin û ji bo ku were emeliyatkirin, bang li berpirsên Herêma Kurdistanê û xêrxwazan dike.

Bavê Elî Neiso, temenê wî 78 sal e, nikare weke pêwîst çareyekê ji kurê xwe re bibîne, êdî bangewaziya xwe bi rêya Rûdawê dişîne aliyên ku hêvî dike alîkariyekê bi kurê wî re bikin.

Ji bêhtirî 10 sal û nîvê ye, Elî Neiso di êş û azaran de dijî, û ti sûd ji çareseriyên bijîşkî yên Lubnan, Sûriye û Tirkiyê nedît, êdî ew hêvî dike hin kes yan alî rêyekê jê re bibînin da bikaribe ji wê rewşa zehmet saxlem û rizgar bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst