Libnan: Neteweyên Yekbûyî alîkariyên ji bo koçberên Sûrî rawestandin

28-05-2023
RÛDAW
Nîşan Netewên Yekbûyî Libnan Koçberên Sûrî Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Libnanê alîkariyên dana pereyan bi dolar û lîreyê Libnanî li ser koçberên Sûrî rawestand.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya roja 27ê Gulana 2023an, wan ligel serokwezîrê karbirêker ê Libnanê Necîb Mîqatî û Wezîrê Karûbarên Civakî yê Libnanê Hiktor Neccar çend civîn kirine û di encam de li ser daxwaza herdû berpirsên Libnanî ew gehiştine wê biryarê, di demekê de ku hê jî gotûbêj derbarê mekanîzma dayîna alîkariyan bo koçberên Sûrî de li vî welatî berdewam in.

Li gor Wezîrê Karûbarên Civakî yê Libnanê Hiktor Neccar 230 hezar malbatên Sûrî li Libnanê pereyan werdigirin, her malbatek ji wan du milyon û nîv lîreyên Libnanî werdigire, bo her endamekî malbatê milyon û 100 hezar lîreyên Libnanî, ev bo malbatekê ji 5 kesan pêk tê, di encam de her malbatek heşt milyon lîreyên Libnanî werdigire.

Ji aliyekî din ve, Neccar eşkere kir ku Neteweyên Yekbûyî pêşinyar kiribû, her malbateke koçberên Sûrî li Libnanê ku ji pênc kesan pêk tê 40 dolaran mehane werbigire, her endamekî malbatê 20 dolaran werbigire, di encam de malbatek pênc kesî 140 dolaran mehane werbigire, lê wezîrê Libnanî ev pêşniyar red kiriye.

Li gor Rêveberê Asayîşa Giştî ya Libnanê, du milyon û 80ê hezar koçberên Sûrî li wî welatî hene, di demekê de Serokê Libnanê yê berê Mîşêl Ewn gotobû yek milyon û nîv koçber li welatê wan dijîn, lê tenê 865 hezar koçberên Sûrî li ba Komisyona Koçberan a Neteweyên Yekbûyî tomarkirî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst