Dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan Dolarê Amerîkî Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkayê li hember lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û 1 dolarê Amerîkî gihîşte 19 lîre û 84 kuruşan.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî berdewam e. Bi taybetî piştî ku hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê ji bo gera duyem ma, ligel nediyariyên di bazaran de lîreyê Tirkî jî li hember dolar û diravên biyanî nirxê xwe ji dest dide.

Roja Înê 19ê Gulana 2023an tevî ku ji ber bêhnvedana fermî bazarên navxwe yên Tirkiyê girtî jî bûn, yek dolarê Amerîkî gihişt 19 lîre û 84 kuruşan û bi vê yekê jî rekoreke dîrokî tomar kir. Niha yek dolarê Amerîkî derdora 19 lîre û 80 kuruşan e.

Ev nirxê bazarên fermî yên Tirkiyê ne lê li derve û li cem diravfiroşan yek dolarê Amerîkî zêdetirî 20 lîreyan kirîn û firotin pê tê kirin.

Gera duyemîn a hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê di 28ê Gulana 2023an de ne û aborînas pêşbînî dikin ku piştî hilbijartinan yek dolarê Amerîkî 25 lîreyên Tirkî derbas bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst