Li bazarên Tirkiye Bakurê Kurdistanê nirx gelek bilind bûne

20-01-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nirxê hinek kelûpelan %40 bilind bûne
Nirxê hinek kelûpelan %40 bilind bûne
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li gorî amarên herî dawî di mijara bilindbûna bihayê xwarinan de Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 20.6 piştî Arjantinê di nav welatên cihanê de di rêza duyem de ye. Bilindbûna bihayê xwarinê bandora xwe li ser jiya xelkî dike. Hem li nav bazarên Enqerê hem jî li Amedê û bi giştî li Bakurê Kurdistanê xelk dixwaze ku hikumet zêdetir alikariya xelkî bike.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bilidnbûna bihayê xwarinê dibe sedema nerazîbûna xelkîli gorî amarên herî dawî sala 2020ê rêjeya bilindbûna bihayê xwarinê li nav bazarên taxan ji  20, li hindek marketan heta ji sedî 40 e.

Xanenişîn Mehmet Aydere dibêje: “Min berê qolîya hêkan bi 18 lîreyan dikirî niha bûye 30 lîre yanî her tişt ji sedî 35 heta ji sedî 40 zêde bûye.”

Welatiya bi navê Melîka Altindag jî got: “Rewşa heyî bandoreke xirab li me dike. Berê dema em dihatên bazarê eger me 3-4  kîlo kirîban niha em kîloyekê dikirin. Em êdî her tiştî dihejmêrin û hindik hindik dikirin.”

Li Bakurê Kurdistanê jî rêjeyên bilindbûna bihayê xwarinê bandoreke xirab li ser jiyana hemwelatiyan dike. Li aliyê din rêjeya zêde ya bêkariyê jî dibe sedem ku bilindbûna bihayê xwarinê li Bakurê Kurdistanê zêdetir bandor hebe.

Derbarê mijarê de Serokê Sendikaya Karkeran Baskê Amedê Kamuran Taniş jî wiha axivî: “Nêzîkî 27 milyon xebatkar hene ji wan dora 19 milyon kes bi bûdçeya herî kêm kar dikin, rêjaya helawseyê ji aliyê TUIKê ve tê diyar kirin lê ew rêje nerast in. TUIK dibêje 4 milyon kes bêkar e. Lê li gorî DÎSKê rêjeya bêkariyê ji sedî 27.8 e wate nêzîkî 11 milyon kes bêkar in.”

Li nav bazarên Amedê jî xelk dema xwe piranî ji bo peydakirina kelûpêlên erzan serf dikin û gellek caran ew nîv ji pêwistiya xwe dikirin û bazare li cih dihêlin.

Hemwelatî Mehmud Kalender jî dibêje: “Milet feqîr e, pere kêm û hêza men emaye em tiştek bistînin.”

Xanenişîn Mehmet Eli Yilmaz jî got: “Em nikarin tiştekî bikirin. Erdogan mûçeya ma 100 lîre zêde kir lê kîloya sêva 7 lîre ye. Frengî bi 10 lîreya ne.”

Welatiya bi navê Necmiye Altin jî got: “Me kesê kar tine. Kar tine, bazar biha ye. Xwedê alikariya me bike.”

Xanima Malê Nedima Derelî jî dibêje: “Her tişt biha bûye, kîlo pirteqal 2 lîre û nîv e. Gurzê pancarê bi 2 lîreya ne. Her tişt biha bûye.”

Li gorî şirovekaran û aborînasan sedeme sereke ya bilindbûna bihayê xwarinan rêjeyên zêde yên helewsa û kêmbûna weberhêhanê ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst