Li Dêrsimê nanê erzan ji bo kesên hejar û kêmdahat tê çêkirin

19-10-2023
Ali Haydar Gozlu
Li Dêrsimê nanê erzan ji bo kesên hejar û kêmdahat tê çêkirin
Li Dêrsimê nanê erzan ji bo kesên hejar û kêmdahat tê çêkirin
Nîşan Dêrsim Nanê Erzan Şaredarî
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li Dêrsimê Firina Nan a Gel ku ser bi şaredariya wî bajarî ve ye, nanê erzan ji bo welatiyên hejar û kêmdahat çêdike.

Li firinên asayî yên Dêrsimê nanek 200 gramî bi 7 lîreyan tê firotin lê heman nan li Firina Nan a Gel bi 4 lîreyên Tirkî ye.

Wate nanê wê firinê li gorî bazarê nêzîkî ji sedî 50 erzantir diçe ser sifreyan Dêrsimiyên kêmdahat.

“Ev du sal in her tişt pir biha bûne”

Serokê Şaredariya Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglu ji Rûdawê re got:

“Li vî welatî ev du sal in her tişt pir biha bûne. Êdî hêza civakê nemaye ku nan bikire. Nan di firinan de bi 6 heta 7 lîreyan tê firotin. Herwiha em dixwazin gelê me nan bi erzanî bikire û kesên ku rewşa wan ne baş e jî werin şaredariyê û alîkariyê wergirin.

Em nêzîkç 6 hezar nan çêdikin. Lê li vê parêzgehê nêzîkî panzdeh firinan hene, em naxwazin ev firin jî zererê bibînin.”

Daxwaza li ser nanê erzan zêde ye

Firina Nan a Gel rojane 6 hezar nanan berhem tîne û li 7 navendên cûda yên li bajar bi erzanî diforeşe.

Lê daxwaza li ser nanê erzan zêde ye û ew hejmar kêm dîmîne.

 Rêvebera Firina Nan a Gel ya Şaredariya Dêrsimê Evrîm Konakê jî got:

“Xelkê Dêrsimê ji buhabûna nan gazinan dikin, ji şaredariyê dixwazin firinekê vekin da ku karibin nanê saxlem û erzan bikirin. Em jî hewla vê yekê didin û rojane nêzîkç 6 hezar nan çêdikin.

Ev hejmar ji bo navenda Dêrsimê têrê nake. Ji ber ku ji gundên Xozat û Pêrtegê xelk tên û dixwazin nan bikirin.  Lê ji ber ku daxwaz zêde ye em nikarin têra hemûyan nan çêkin.”

Firin ji bo jinan hat vekirin

Wê firinê sala 2022an bi armanca peydakirina derfetên kar ji bo jinan dest bi berhemanînê kir.

Niha 8 jin têde kar dikin û ji bo welatiyên Dêrsimê nanê erzan çêdikin.

Karmenda Firinê Kiymet Tekkiliçê jî got, “Karê me pir baş e, Serokê me ev der vekir û jin dixebitin. Ji xeynî wê jin li bufeyê dixebitin, karê me pir baş e.”

Xelkê Dêrsimê û bi taybet ên hejar ku van rojan ji ber bihabûnan dinalînin eleqeyeke zêde nîşanî nanê erzan didin.

Ji bilî şaredariyê, Berfîn Merkît jî bi armanca piştevanîkirina welatiyên kêmdahat, nan û beşek ji  berhemên din li gorî bazarê erzantir diforeşe.

“Hêza kirînê ya welatiyan daketiye”

Xwediya Firinê Berfîn Merkîtê jî got:

"Ji ber ku hêza kirînê ya welatiyan daketiye me jî daşkandin kir. Ji ber nan yek ji pêdiviyên sereke ye ku herî zêde tê bikaranînîn. Em nanê semon ê 200 gramî li şûna 7 lîreyan bi 5 lîreyan, simît û poçayan li şûna 9 lîreyan bi 7 lîreyan difiroşin.

Me xwest bi vî awayî sûdekê bigihînin sifreya welatiyan. Ji ber ku malbatên qelebalix hene ku nikarin nan  bikirin."

Li Dêrsimê daxwaz li ser nanê erzan zêde ye lê Şaredarî dibêje li navenda bajar 15 firinên din jî hene.  Ew hem li aliyekê naxwazin ew firin zerer bikin û li aliyê din jî dixwazin bi firotina nanê erzan li ser alîkariya welatiyên hejar û kêmdahat  berdewam  bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst