Hevşaredarê berê yê Dêrsimê piştî 7 salan hat berdan

06-09-2023
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Mehmet Ali Bul Şaredarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevşaredarê berê yê Dêrsimê Mehmet Ali Bul ku sala 2016an li şûna wî qeyûm hatibû danîn û piştre hatibû girtin ji girtîgehê derket.

Mehmet Ali Bul dema hevşaredarê Dêrsîmê bû 17ê Mijdara 2016an hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû danîn.

Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê ya Yekemîm 8 sal û 9 meh ceza li Mehmet Ali Bul birî û ew şand Girtîgeha Tîpa Fyê ya Sincanê ya li Enqereyê.

Bul, duh ji girtîgehê hat berdan û bi balafirê derbasî Xarpêtê bû û ji wê derê jî çû Dêrsimê.

Bul li Balafirxaneya Xarpêtê ji aliyê malbat û Parlamentera YSPyê ya Dêrsimê Ayten Korduyê ve hat pêşwazîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst