Bazirgan li Rojavayê Kurdistanê 2 corên bacê didin

18-01-2021
RÛDAW
Sala 2020ê bêhtir ji milyarek lîre bac hatiye standin
Sala 2020ê bêhtir ji milyarek lîre bac hatiye standin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Bac
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bazirganên Rojavayê Kurdistanê ji ber dayîna bacê bêzar in, dibêjin ew bacê hem didin hikûmeta Sûriyê û hem jî didin Rêveberiya Xweser. Desteya Darayî li Cizîrê ragihand ku ew reşnivîsa yasayekê nû ya bacê amade dikin.

Beşek ji bazirganan dibêjin Rojavayê Kurdistanê dibêjin niha ew 2 corên bacê didin, yekê didine Hikûmeta Sûriyê û yekê didine Rêveberiya Xweser. Lê bi gotina hevserokê Desteya Darayî, hikûmeta Sûriyê bacê ji welatiyan nasitîne, tenê ew kesên ku bi rêya balefirxaneyê geştan dikin, dibe ku daxwaza dana pereyên fatûreyên av û elektrîkê ji wan bê kirin, lê tenê baca ku tê danyîn ji bo Rêveberiya Xweser e.

Li Rojavayê Kurdistanê sitandina bacê ji bazirganan bûye mijareke rojane ku li nav welatiyan tê behskirin û beşê gelek ji xelkê gazinê jê dikin, lê beşek jî dibîne ku ew bac eger ji bo xizmetguzariyê bê bikaranîn wê sû jê hebe.

Kêşeya ku aniha heye ew e ku bazirgan du coran ji bacê didin, yekê didine hikûmeta Sûriyê bi taybetî di dema anîna bar û berheman re, û bacekê didine Rêveberiya Xweser.

Bazirgan Ferhad Hemze ji Rûdawê re got: “Em bacê didin hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser jî. Minak carê ji trimbêla birincê tenê 7-8 hezar dolaran distînin. Tiştên paqijiyê jî li ser me gelek buha dibin.”

Baca ku tê ser kelûpelan dibe sedema buhabûna nirxên berheman û ev yek jî dibe bargihanî li ser welatiyan.

Berpirsên Rêveberiya Giştî ya Bacê jî nerîna xwe di vê derbarê de nîşan didin, ku ew dahata ji bacê dixine gelek waran de bi taybetî di warê xizmetguzariyê de.

Hevserokê Desteya Darayî li Cizîrê, Xalid Mehmûd ji Rûdawê re got niha ew projeyasaya amade dikin û di meha bê de wê bikeve ber destên Encûmena Giştî.

Xalid Mehmûd got ku hejmara giştî ya kesên ku bacê didin 366 hezar û 439 kes in.Tevaya baca ku di sala 2020an de hatiye wergirtin, 1 milyar û 442 milyon û 72 hezar û 280 lîreyên Sûrî ye. Bi rêjeya 10.6% ji dahata giştî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst