Li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê her ku diçe Erebkirin zêdetir dibe

12-06-2023
Hisên Omer
Li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê her ku diçe Erebkirin zêdetir dibe
Li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê her ku diçe Erebkirin zêdetir dibe
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Erebkirin Ebdilrehîm Elî el-Mehmûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her ku diçe li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hejmara Ereban û Erebkirin zêde dibe û guhertina demografîk gihîştiye asteke metirsîdar.

Erebên hawirde ku Mexmûrî jî ji wan re tê gotin li ser xaka herêma Cizîrê ya Rojavayê kurdistanê hatine bicihkirin. Zeviyên herî bipît li herêmê li ser wan hatine dabeşkirin.

Ji sala 1975an ve, nêzî 750 hezar donim ji zeviyên herêmê li ser zêdetirî 4 hezar malbatên hawirde di nava 40 gundên nimûneyî de hatine dabeşkirin û heta niha jî berdewam in.

Serokê Xwecihiya ENKS ya Tirbespiyê, Ebdilrehîm Elî el-Mehmûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa prosesa erebkirina herêmên Kurdî kir.

Ebdilrehîm Elî el-Mehmûd dibêje "Di sala 1920an de rêjeya Kurdan li Kurdistan Sûriyê ji sedî 86 bû. Ev tiştên hanê di arşîvê de heta niha belge kirîne. Lê mixabin kiryarên wan desthilatên şovenî ji vê demê heta niha ew planên wan, ew guhertina demografîk di nav navçeya me de çêkirin û heta îro ew planên xirab berdewam in. Ya herî giran a ku bandora xwe li vê navçeya me kir ew kembera Erebî ku Erebên parêzgeha Reqayê anîn vê derê li cem me bicih kirin."

Gundê Girdêm, nêzîkî Tirbespiyê nimûneyek e ji zêdebûna rêjeya erebên hawirde li herêmê.

Ebdilrehîm Elî el-Mehmûd got jî "Bi rastî bandoreke wê ya gelek xirab hebû wek mînak van gundên xemir ên Girdêm ku em jê re menaze di kêleka me de li bajarê Tirbespiyê, berî şoreşa Sûriyê 2011an hejmara malan ku tê de bûn 400 malbat bûn. Lê mixabin îro hejmara wan gihîştiye zêdeyî 750 malî ji ber ku ew plana wan heta îro berdewam e ku Erebên ji Reqayê tînin li vê derê bicih dikin. Ev metirsiya ku miletê me tê de, miletê me neçar dibe ku penaber bibe û gundên me hemû bûne kavil û roj bi roj rêjeya Kurdan lê vê navçeya Kurdistana Sûriyê kêm dibe."

Projeya Zinara Erebî, bi biryara hejmar 521 ya serkirdayetiya Partiya Beis di hezîrana 1974an de hat sepandin.

Li gorî projeyê, 40 kolonî li hersê herêmên Dêrik, Qamişlo û Serê Kaniyê ji bo 4089 malbatên erebên hawirde hatin avakirin û 729511 donim zevî li ser wan hatin dabeşkirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst