Mazot û benzîn biha bûn: Şofêrên taksiyan jî zemê dixwazin

06-01-2024
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Sotemenî Bihabûn Bakurê Kurdistanê Tirkiye Şofêrên Taksiyan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê careke din baca xerîdariya taybet a ser sotemeniyê ji sedî 25,6 zêde bû.

Bihabûna sotemeniyê rasterast bandorê li ser sektora neqliyat û veguhestinê dike.

Ji ber vê yekê jî şofêrên taksî, mînîbus û wesaîtên veguhestina komî daxwaza zêdebûna bihayê taksîmetreyê dikin.

Gungor Kaya ev 15 sal in li bajarê Stenbolê bi şofêriya taksiyê debara malbata xwe dike.

Piştî careke din bihayê benzîn û mazotê zêde bû, ew jî wekî bi hezaran şofêrên taksiyan zêdetir dikeve nav endîşe û fikara debarê.

Şofêr û xwediyê taksiyan didin zanîn ku lazim e bihayê taksimetreyê jî li gorî zêdebûna sotemeniyê bê zêdekirin, nexwe ew dê zirar bikin.

“Dixwazin taksîmetre ji sedî 65 bê bihakirin”

Şofêrê taksiyê Gungor Kaya got, “Odeya Taksîciyan dixwaze ji sedî 65 bihayê taksimetreyan bê zêdekirin.

Me beriya 7-8 mehan bi 350-400 lireyî depoya xwe tijî dikir. Lê niha em ancax bi 1.200-1300 lireyî dikarin depoya xwe ful dikin. Mesrefên me pir zêde bûne.”

Li Tirkiyeyê careke din baca xerîdariya taybet a ser sotemeniyê ji sedî 25,6 zêde bû.

Bihayê lîtreya benzînê 2 lîre û 31 kuruş, lîtreya mazotê 2 lîre û 17 kuruş, ya LPG otogazê jî lîreyekî Tirkî hat zêdekirin.

“Dema benzîn û mazot zêde dibin ev yek bandorê li gelek tiştan dike”

Motokurye Hasan Temel anî ziman, “Dema benzîn û mazot zêde dibe ev yek bandorê dide ser gelek tiştan.

Lewra nan, fêkî, zebze, goşt her tişt li gorî wê giran dibe. Jixwe em nikarin goştê sor bikirin, em ancax dikarin goştê mirîşkan bixwin.”

Bi bihayê nû lîtreya benzin û mazotê gihişte derdora 40 lîreyê Tirkî. Bihabûna sotemeniyê rasterast bandorê dide ser sektora neqliyat û veguhestinê.

Berpirsê kompanyayeke endezyariyê Onur Ozbek wiha axivî, “Bihabûna sotemeniyê ya ji sedî 25, tê wê maneyê ku maliyeta me ya neqliyatê jî ji sedî 25 zêde dibe.

Ji loma jî wê bihayê berhemên me jî zêde bibin. Ev jî di encamê de dibe enflasyon.”

“Tiştekî em karibin bikin tine ye”

Şofêrê mînîbusê yê bi navê Ertugrul jî got, “Bihayê lîtreya mazot û benzînê zêde dibe. Otomobîla min 100 lître ye.

Yanî bi vê giranbûnê em her roj 100-200 lire zirar dikin. Ji xwe qezenca me çiqas e? Tiştekî em karibin bikin nîne.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê beriya hilbijartinên 14ê Gulanê, bihayê lîtreya benzînê derdora 20, lîtreya mazotê jî derdora 19 lire bû.

Ji hilbijartinan heta niha bihayê benzîn û mazotê ji sedî 100 zêde bûye.

Tirkiye ji sedî 92 petrola xwe, ji sedî 99 gaza xwe ya xwezayî jî ji welatên derve yên wek Rûsya, Îraq û Qazaxistanê li ser nirxê dolar hawirde dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst