Grama zêr rekoreke nû tomar kir

26-12-2023
RÛDAW
Nîşan Zêr Biha Rekor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bihayê grama zêr li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihişt hezar û 949 lîreyan û rekoreke nû tomar kir.

Lîreyê Tirkî li hemberî dolar, euro û zêr roj bi roj bêqîmettir dibe.

Di rojên dawî de piştî dolar, bihayê zêr jî her ku diçe biha dibe.

Grama zêr îro li bazarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi qasî hezar û 949 lîreyan bû.

Li gorî aborînasan, ji ber betlaneya Noelê dê vê hefteyê hêjmara danûstendinê di astên nizm de bimîne.

Herwiha tê gotin ku ji ber şert û mercên kêm ên bazarê dibe ku guherîna bihayan di rêjeyên berfireh de bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst