Dolar dîsa rekoreke nû tomar kir

10-11-2023
Nîşan Dolar Lîreyê Tirkî Rekor Euro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dolarê Amerîkî li hemberî lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û gihişt 28,69 lîreyan.

Lîreyê Tirkî li hemberî dolar û diravên biyanî her ku diçe bêqîmettir dibe.

Îro bi vekirina borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî careke din bihayê xwe ji dest da.

Li bazarê her dolarekî Amerîkî gihişt 28,69 lîreyan û euro jî gihişt 30,65 lîreyan.

Dolar derdora demjimêr 9:30î careke din daket 28,55 lîreyan û euro jî daket 30,46 lîreyan.

Li gorî pêşbîniya Bank of Americayê ku serê meha çiriya pêşînê hat eşkerekirin, heta dawiya sala 2023yan dolar li hember lîreyê Tirkî digihêje 30 lîreyî.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê jî meha çiriya pêşînê pêşbîniya xwe ya enflasyona dawiya sala 2023yan wekî ji sedî 68,01 û pêşbîniya xwe ya bihayê dolar jî wekî 30 lîreyî guherî.

Lîreyê Tirkî ji serê salê ve li hemberî dolar bihayê xwe nêzîkî ji sedî 35 ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst