Li Rojavayê Kurdistanê berhemdêrên “zêrê spî” gazin ji rewşa xwe dikin

10-09-2019
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Cotkarên pembo yên Rojavayê Kurdistanê dibêjin alîkarî ji wan re nayê pêşkêşkirin
Cotkarên pembo yên Rojavayê Kurdistanê dibêjin alîkarî ji wan re nayê pêşkêşkirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Pembo
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Çandina pembo li Rojavayê Kurdistanê kêm dibe, ev yek jî ji ber wan astengiyên ku cotkar rojane rûbirûyê wê dibin. Cotkar gazin ji kêmbûna asta alîkariyan dikin, herwiha dibêjin roj bi roj bihayê sotemenyê zêde dibe.

 

Rojavayê Kurdistanê çavkaniya çandina pembo li Sûriyê bû, bi awakî ku Sûriyê di warê berhemanîna pembo de bi xêra pemboyê Rojavayê Kurdistanê di rêza duyem ya welatên Erebî de bû.

 

Îsal li seranserê Rojavayê Kurdistanê pembo li ser 3075 hektar erd hatiye çandin ku tê pêşbînîkirin derdora 12 hezar ton pembo berhem bide.

 

Pêwistiya çandina pembo ku wek zêrê spî jî tê naskirin, bi karekî zêde heye, lê qezenca ku jê tê hêjayî ked û westanê ye. Lê piştî krîza Sûriyê rewş hate guhertin û êdî hevsengî di navbera ked û berhemê de nema.

 

Cotkar Elî Hisên dibêje “Beriya niha mazot erzan bû û her tişit peyda dibû , lê niha me 20 donim çandine û heta niha 1,5 milyon niv xercî me lê kiriye û hîn dê 500 hezarn din jî lê biçe.”

 

Piştî krîza Sûriyê sala 2011an dest pê kir, sal ji sala din bêtir çandin û berhema pembo kêm û kêmtir dibe. Sala derbasbûyî berhema Cizîra Rojavayê Kurdistanê 16 hezar ton bû, di demekê de ku beriya krîzê gihişte nêzîkî 400 hezar tonan.

 

Çandina pembo li Rojavayê Kurdistanê ku ji kargeha Helebê ya Tevnkariyê re dihat şandin, roleke wê ya berçav di pêşketina pîşesaziya Sûriyê de malbatên xwe pê dikirin.

 

Endezyarê çandiniyê û xwedîkarê çandiniya pempo Ebdilrehman Ebdilezîz jî got: “Hikûmetê gelek sûd ji pemboyê vir dikir ji ber ku ji corê herî baş bû li deverê. Pembo aboriya deverê jî vedijan û xelk pê kêf xweş dibûn.”

 

Sala 2010an berhema Sûriyê ji pembo milyon ton derbas kir, lê piştî sê salan ji şer û aloziyan, di sala 2014an de berhema pembo li Sûriyê daket 150 hezar tonî.

 

Beriya niha pembo berhemeke stratejî bû û ji bilî ku têra bazara wê ya navxwe dikir, Sûriyê ew berhem difirot dewletên Ewropayê jî. Lê eger rewş bi awayê niha berdewam bibe, ew dê bêgav bimîne wek gelek berhemên din pembo jî ji derve bikire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst