Meletî: Di 10 mehan de bi bihayê 340 milyon û 706 hezar dolar qeysî hatine hinardekirin

09-06-2022
RÛDAW
Nîşan Meletî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê ku bi berhemê xwe yê qeysiyan tê naskirin, di 10 mehan de bi bihayê 340 milyon û 706 hezar dolaran qeysiyên hişkkirî hinardekirine.

Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê Ramazan Ozcan derbarê hinardeya qeysiyên hişkkirî yên wê parêzgehê û dahata wê de axivî. Ozcan amaje bi wê yekê da ku tevî îsal li gor sala derbasbûyî, rêjeya hinardekirina qeysiyan hinekî kêm bûye lê dahata qeysiyan zêdetir bûye.

Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê Ramazan Ozcan anî ziman, "Di Gulanê de me 3 hezar û 616 ton qeysiyên hişkkirî hinarde kirine. Me ji vê jî 20 milyon û 264 hezar dolar dahat bidest xistiye. Sala derbasbûyî me 78 hezar û 353 ton qeysiyên hişkkirî hinarde kiribûn û ji wê jî 260 milyon û 115 hezar dolar dahat hatibû bidesxistin. Tevî ku li gor sala derbasbûyî me 4 hezar ton kêm qeysî hinarde kirine, lê dîsan jî dahata me zêdetir e. Di dema 10 mehan de me 74 hezar û 762 ton qeysiyên hişkkirî hinarde kirine û 340 milyon û 706 hezar dolar dahata wê hebûye. Li gor sala borî 80 milyon û 650 dolar dahat zêdetir e ku ev yek jî gelekî girîng e.”

Parêzgeha Meletiyê dikare salane nêzîkî 50 hezar ton qeysiyên ter û nêzîkî 340 hezar ton qeysiyên hişkkirî hinardeyî welatên cîhanê bike.

Ji bilî qeysiyan Meletî dendikên wan qeysiyan jî hinarde dike û di 3 mehên destpêkê yên îsal de bi giştî hezar û 220 ton dendikên qeysiyan ji wê parêzgehê hatine hinardekirin ku ji wan jî 5 milyon û 180 hezar dolar dahat hatiye bidestxistin.

Almanya, Îtalya û Çîn 3 welatên sereke yên hawirdekarên qeysiyên Meletiyê ne. Welatê Çînê ku di rêza sêyem de cih digire îsal nêzîkî 4 hezar ton qeysî ji Meletiyê kirîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst