Li Meletiyê şerê bi çekan: 5 kes birîndar bûn

06-07-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Bakurê Kurdistanê Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di navbera xwediyên dikaneke û mişteriyan de şerê bi çekan çêbû û di şer de 5 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, êvara Çarşemê 5ê Hezîrana 2023an li navçeya Battalgazî ya Meletiyê di navbera xwediyên dikanekê û beşek ji mişteriyan de ji ber sedemek nediyar alozî derket.

Piştî demekê, her du aliyan bi çekan şerê hev kirin û ji herdu aliyan 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya birîndaran baş e û metirsî li ser jiyana wan nîne.

Hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin û dest danîn ser demançeyek û çifteyekê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst