Ji bo piraniya Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û barana zêde hat dayîn

09-12-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Qeza Xwendekar Bakurê Kurdistanê Barîna Baranê Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê de hişyariya ba û barana zêde da.

Saziya Keşnasiyê ji welatiyan xwest ku li hemberî bandorên neyînî yên keş û hewayê tedbîrên xwe wergirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ve hatiye belavkirin dê ji demjimêrên êvara 8ê Kanûna Pêşîn û şûn de li parêzgehên Mereş, Meletî, Semsûr, Xarpet, Dîlok û navçeyên derdora wan baran bibare.

Li gorî heman saziyê tê pêşbînîkirin ji demjimêrên şeva 8ê Kanûna Pêşîn û sibeha 9ê Kanûna Pêşîn û şûn de li parêzgehên Dêrsim, Mûş, Amed, Çewlig, Mêrdîn, Êlih, Bedlîs, Sêrt, Şirnex, Colemêrgê û derdora wê û li bakurê parêzgeha Rihayê jî baraneke gur bibare.

Ji bo navçeyên bilind û çiyayî yên li başûrê parêzgehên Wan, Erzirom, Erzinganê û bakurê Colemêrgê û rojavayê Şirnexê jî hişyariya berfbarîneke zêde hatiye dayîn.

Saziya Keşnasiyê daxwaz ji welatiyan kiriye ku li hemberî bandorên neyînî yên keş û hewayê tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst