Hinardekirina Amedê ji bo Herêma Kurdistanê 26 milyon dolar zêde bûye

05-07-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Hinardekirina Amedê ji bo Herêma Kurdistanê 26 milyon dolar zêde bûye
Hinardekirina Amedê ji bo Herêma Kurdistanê 26 milyon dolar zêde bûye
Nîşan Herêma Kurdistanê Amed Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 6 mehên destpêka îsal de ji Amedê bi buhayê 75 milyon dolaran kelûpel hatine Herêma Kurdistanê. Ev rêje li gorî sala berê 26 milyon dolaran zêdetir bûye û ev yek ji bo Amedê rekor e.

Di sala 2022an de hinardeya salawext a Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê gihişt 11 milyar û 700 milyon dolaran. Ji sala 2013'an ve cara yekemîn e ku hinardeya ji bo Herêma Kurdistanê 4 milyar dolar zêdetir dibe.

Li Herêma Pîşesaziyê ya Amedê jî hinardeya ji bo Herêma Kurdistanê di nava 6 mehên dawiyê de ji sedî 64 zêde bûye. Wate li gorî 6 meh berê 26 milyon dolar zêdetir hinarde hatiye kirin.

Serokê Herêma Pîşesaziyê ya Amedê Mistefa Fîdan anî ziman, “Rêjeya hinardeyê ya Diyarbekirê roj bi roj zêdetir dibe. Par di şeş mehên destpêkê de ji bajarê me bo Herêma Kurd a Iraqê 45 milyon û 550 hezar dolar hinarde hatibû kirin. Îsal rêjeya hinardeya me ji sedî 64 bilind bûye. Ev tenê amarên şeş mehên destpêkê ne. Hîn jî li pêşiya me şeş meh hene. Armanca ev e; em dixwazin hinardeya Diyarbekirê herî kêm bînin asta 600-700 milyon dolarî.”

Ji Amedê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê herî zêde berhemên xwarin û vexwarinê, kelûpelên nava malê, cil û berg û berhemên lêkirina xaniyan tên hinardekirin. Ev 6 sal in berhemên ambalajê jî di bazara Herêma Kurdistanê û Iraqê de cihekî baş girtine.

Rêveberê Kompanyaya Ambalajê Berat Yeşîl got, “Di sala 2016an de me dest bi hinardeyê kir. Hinardeya me ya herî ewil ji Kurdistanê re, ji Başûr re bû. Di sala yekemîn de me dest pê kir. Îro em di sala 7an de ne. Hinardekirina me her sal zêdetir dibe.”

Li Herêma Pîşesaziyê ya Amedê ji 400î zêdetir kargehên hilberînê hene. Piraniya van kargehan jî berhemên xwe ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê dişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst