Enflasyon her ku diçe bilindtir dibe: ‘Min berê bi aqilê xwe dengê xwe dida Erdogan’

04-04-2024
RÛDAW
Enflasyon her ku diçe bilindtir dibe: ‘Min berê bi aqilê xwe dengê xwe dida Erdogan’
Enflasyon her ku diçe bilindtir dibe: ‘Min berê bi aqilê xwe dengê xwe dida Erdogan’
Nîşan Enflasyon Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê tevî hewldanên hikûmetê û Banka Navendî ya Tirkiyeyê, enflasyon her ku diçe bilindtir dibe.

Li bazarê jî ji ber bihabûnê jiyana xelkê her ku diçe zehmettir dibe.

Malnişîna bi navê Gullu Înançê anî ziman:

“Cejn tê, ez nikarim diyariyan bidim neviyên xwe. Ew 11 hezar lîreyan didin me. Wekî xelata cejnê jî 3 hezar lîreyan didin.

Hîn Cejna Qurbanê jî heye, ew jî nêzîk e. Ez dikarim bi 3 hezar lîreyan qurbanekî bikirim? Bi wî pereyî ez nikarim çermê ajelekî jî bikirim.”

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku Adara 2024an rêjeya enflasyonê ji sedî 3,16 ye û enflasyona salane jî gihiştiye ji sedî 68,5an.

Malnişîn Hasan Yildiz da zanîn:

“Her tişt du qat biha bûye, penîrê ku me bi 60 lîreyî dikirî çi pê hat? Bû 250, 280, 300 lîre, li şûna ku nîv kîloyê bikirim, em niha 250 gramî dikirin.”

Xirabbûna rewşa aboriyê sedema serkeftina opozîsyonê ya di hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê de tê dîtin.

Beşek ji dengdêrên AK Partiyê yan neçûn ser sindoqan yan jî wekî helwestekê dengê xwe dan opozîsyonê.

“Wan bi temamî em bi cih hiştin”

Malnişîna bi navê Fatma Yilmazê jî anî ziman:

“Min berê bi aqilê xwe dengê xwe dida Erdogan, niha min dengê xwe da CHPyê. Ji ber ku xelkê Herêma Deryaya Reş im, ez eşkere diaxivim. Eger hûn bipirsin çima, me ji tiştekî sûd wernegirt.

Berê alîkariya civakî hebû, ji bo feqîran alîkarî hebû lê hat rawestandin. Wan bi temamî em bi cih hiştin, em nikarin pêdiviyên çandiniyê bikirin.

Em li gund dijîn lê ji ber mesrefa zêde em nikarin debara jiyana xwe bikin.”

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Banka Navendî di daxuyaniyên xwe de behsa wê yekê dikin ku hewldanên wan tev ji bo daxistina enflasyonê ne û dibêjin ew dê xelkê ji qeyranê îzê rizgar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst