PAKURD: Em baweriya xwe bi refleksên civakî yên miletê Kurd tînin

29-03-2024
RÛDAW
Nîşan PAKURD Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Kurdistanî (PAKURD) di daxuyaniyekê de ragihand, “Em tenê baweriya xwe bi îradeya azad û refleksên civakî yên miletê Kurd tînin.”

Ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê 2 roj man û partiyên siyasî jî bangeşeyên xwe yên dawî dikin û daxwazê ji dengdêran dikin roja yekşemê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Partiya Kurdistanî (PAKURD) derbarê hilbijartinên herêmî de li ser Xê daxuyaniyek belav kir û Serokê PAKURDê Gewran Goyî jî li ser hesabê xwe yê Youtubeyê ew daxuyanî bi Kurdî xwend.

Gewran Goyî bal kişand ser girîngiya Kurdên ku li Stenbolê dijîn û anî ziman:

“Hebûna demografîk û hêza siyasî ya Kurdên Stenbolê pir girîng e. Ji ber ku li gorî dîtina me, di paşerojekî nêzîk de Tengava Stenbolê, yanî Boxaza Stenbolê careke din wê ji aliyê dewletên dinyayê ve were nîqaşkirin.

Eger em Kurd xwe ji bo vê yekê hazir nekin, em dê li Stenbolê, hema wekî qerebalixên vala bimînin û ev jî ji bo paşeroja temamê Kurdistanê xeteriyekê dertîne meydanê.”

Serokê PAKURDê herwiha diyar kir ku li hin bajarên Kurdan ji aliyê partiyên Tirk ve cepheyên neteweperestên Tirk hatine avakirin û da zanîn:

“Partiyên wan ên siyasî dixebitin ku şaredariyên bajarên me yên wekî Qers û Îdirê nekevin destê Kurdan.

Em di wê baweriyê de ne ku divê li cihên wiha li hember cepheya Tirkî, yekrêziya Kurdan were avakirin û Kurd li van bajaran, destekê bidin namzedên Kurd.”

Partiya Kurdistanî (PAKURD) helwesta xwe ya hilbijartinên 31ê Adarê bi vî awayî eşkere kir:

Dîwana partiya me, derbarê Hilbijartinên Herêmî yên Tirkiyeyê yên sala 2024an de, piştî nîqaşên dûr û dirêj biryar û sekna xwe ya siyasî eşkere kir.

1) Piştî ku pergala siyasî ya ku li Tirkiyeyê di navbera maseya mixalefet û cepheya desthilatê de wek dualî hatibû girêdan di hilbijartinên 2023yan de yekser hilweşiya, dewletê hewla tasfiyekirina siyaseta navendî ya Kurdistanê û belavkirina dengên Kurdan di navbera her du blokan de bilez xist û îro dewleta Tirk dixwaze siyaseta Kurdî yekser tasfiye bike û Kurdan di navbera partiyên dewletê de belav bike. Jiber tifaqên sexte yên li gel çepgirên Tirk ên ku di serdemên berê de hatibûn çêkirin û siyaseta pûç a ku li ser destkeftiyên Kurdan nedisekinî, ev pêvajo niha hîn zêdetir lezand û siyaseta Kurdî bi giştî kete krîzekî siyasî. Eşkere ye ku partiyên din ên Kurdistanî ku ji wan tê hêvîkirin ku bibin alternatîf jî qels in û nikarin valahiya ku derketiye holê dagirin. Vê rewşa nebaş cîh ji Îslamîstên radîkal ên ku ji aliyê dewletê ve tên destekkirin re vekir. Ev hizbên radîkal, wekî sivîl Kurdî derdikevin pêşber û li Kurdistanê bi alîkariya dewleta dagirker tevdigerin. Eşkere ye ku ev projeya dewletê ya veguhertina siyaseta Kurdî wê bi lez û bez bidome û ji xwe ev yek beriya niha jî ji aliyê dewletê bixwe ve jî hatibû gotin. PAKURD bilindbûna van hizbên radîkal û dij-Kurdistanî, wek xeter û talûkeyeke cidî ya civakî li ser paşeroja Kurdistanê dibîne.

2) Di van hilbijartinan de jî dîsa di navbera partiyên Kurdî de yekitiyeke Kurdî ya wekî ku me dixwest pêk nehat û bi ser de jî, ew tifaqên qels ên ku berê HDP-YSPyê bi hinek partiyên Kurdistanî re çêkiribû jî hilweşiya. Herwiha, em dibînin ku di vê serdemê de behsa “lihevhatina bajarî” tê kirin lê “lihevhatina Kurdî” ya ku bi rastî hewcedariya me ye, nayê bîra kesî. Ji ber vê yekê Kurd di hilbijartinan de bûn amûreke ku her du aliyên dewletê ji bo berjewendiyên xwe li dijî hev bi kar tînin. Bi ser de jî, di siyaseta navendî ya Kurdî de tevlîheviyek heye. Siyasetmederên siyaseta navendî ya Kurdî bûne du alî. Hinek dibêjin bila Kurd diyalogê bi hikûmeta Erdogan re bikin û hinek jî dibêjin bila Kurd nêzikî mixalefeta Tirkî bisekinin da ku hikûmet lawaz bibe. Lêbelê, ne bingeh û şertên diyalogê li gel hikûmetê hene û ne jî mixalefeta Tirkî piştgiriyekî, alîkariyekî yan jî sozekî dide Kurdan. Hasilî, ev kakafoniya di nav siyaseta navendî ya Kurdî de, tenê zererê dide miletê me. Ev yek rê li ber tiştekî tenê vedike. Kurd dibin hedefa her du aliyên dewletê ji ber ku Kurd bi vê polîtîkaya xwe dîsa bi kêrî ti aliyan nayên. Ev gengeşî û tevlîhevî ji bo pêşeroja me pir xeternak e, ji ber ku li gorî dîtina me, dewleta Tirk dixwaze di demeke nêzîk de êrişê bibe hem ser Rojava û him jî ser Başûr. Kurd lazim e li ber vê gefê hişyar bin.

3) Hebûna demografîk û hêza siyasî ya Kurdên Stenbolê pir girîng e. Ji ber ku li gorî dîtina me, di paşerojekî nêzîk de Tengava Stenbolê, yanî Boxaza Stenbolê careke din wê ji aliyê dewletên dinyayê ve were nîqaşkirin. Eger em Kurd xwe ji bo vê yekê hazir nekin, em dê li Stenbolê, hema wekî qerebalixên vala bimînin û ev jî ji bo paşeroja temamê Kurdistanê xeteriyekê dertîne meydanê. Di hilbijartinên Tirkiyeyê de Kurdan rola padîşahiyê yanî qralçêkeriyê hebû û ev yek di diyarkirina siyaseta giştî ya Tirkiyeyê de di hilbijartinên 2023yan de hatibû windakirin lê niha ji bo Stenbolê ev rol, hîn jî derbasdar û zindî ye. Lazim e Kurd di van hilbijartinan de ev rola xwe nekin qurbana siyasetên pûç û bêhiş.

4) Wekî ku tê zanîn, dewleta Tirkiyeyê veguheriye dîktatoriyeke demokratîk û di bin hukmê vê dîktatoriyê de jî Kurdan hemû xweseriya xwe winda kirine û ji qadên edalet, aborî, siyaset û burokrasiyê hatine dûrxistin. Heta ku mafên herî xwezayî yên wekî mafê dengdayîn û hilbijartinan jî ji destê Kurdan hatiye derxistin. Tayînkirina qeyûman, nîşana herî berçav a vê rewşê ye. Pêwîst e Kurd bi xwe nûnerên xwe yên li şaredariyan hilbijêrin û ji aliyê van nûneran ve bên birêvebirin. Em ti carî qebûl nakin ku dewleta Tirk li şûna hilbijartiyên Kurdan qeyûman tayîn bike.

5) Li hin bajarên Kurdan ji aliyê partiyên Tirk ve cepheyên neteweperestên Tirk tên avakirin û partiyên wan ên siyasî dixebitin ku şaredariyên bajarên me yên wekî Qers û Îdirê nekevin destê Kurdan. Em di wê baweriyê de ne ku divê li cihên wiha li hember cepheya Tirkî, yekrêziya Kurdan were avakirin û Kurd li van bajaran, destekê bidin namzedên Kurd.

6) Em wekî PAKURDê hilbijartinan wekî firsendên dîrokî dihesibînin, ji ber ku di hilbijartinan de hebûna me ya siyasî wekî milet dikare xuya bibe û daxwaz û nerazîbûnên me Kurdan dikarin di sindoqan de derkevin holê. Herwiha diyar e ku rewşa siyasî ya îroyîn û krîza siyaseta Kurd bi awayeki giştî ne di halekî baş de ye.

Kurdistaniyên hêja

Liser van encaman, em radigihînin ku me ji bo Hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adara 2024an a Tirkiyeyê, ji miletê xwe re ti pêşniyarî nekirine û wekî PAKURDê em tenê baweriya xwe bi îradeya azad û refleksên civakî yên miletê Kurd tînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst