Li Şirnexê dengdan qediya lê polîs û leşker bûn rojev

31-03-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenter û rêvebirên DEM Partiyê wêneyên leşker û polîsên ku ji bajarên din ji bo dengdanê çûnê Şirnexê belav kirin û bertek nîşan dan.

Li Mêrdîn, Amed, Colemêrg û Şirnexê polîs û leşker bi mînîbus, otobus û wesayîtên zirxî birin dibistanan û wan bi cil û bergên xwe yên fermî deng dan û ev yek bû sedema bertekan.

Dema hilbijêrên DEM Partiyê hewl da li Dibistana Seretayî ya Tuggeneral Omer Keçecîgîl rê li nedin ku leşker û polîsan ku deng bidin, polîsan midaxale kir.

Bi midaxeleya polîsan re di navbera xelkê û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket.

Derbarê bûyerê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez ji Rûdawê re got:

“Îro danê sibehê em bi Serokê Şaxa Şirnexê ya YSKyê hevdîtinek kir û me got ku divê li dijî tiştên diqewimin ew jî dengê xwe bilind bikin. Xelk jî bertekê nîşan dide.

Beriya vê me îtiraza xwe ji Şaxa Şirnexê ya YSKyê re ragihandibû û Navenda me jî îtiraza xwe ragihandibû lê hikûmet li gorî qanûnê tevnagere. Ji ber vê yekê nerazîbûnên me têne redkirin.

Her kes dizane ku ev dengdêr ji derve hatine anîn. Di hilbijartinên 14ê Gulanê de li cihekî din dengê xwe dan û di van hilbijartinan de 8 hezar kes anîn û li vir bi cih kirin.

Helbet ev rewş dê bandorê li encamên hilbijartinan jî bike lê em di wê baweriyê de ne ku Şirnex dê îradeya xwe biparêze.”

Namzeda Serokatiya Şaredariya Şirnexê ya DEM Partiyê Bêrîvan Kutlu jî bertek nîşanî leşker û polîsan da.

Kutlu di weşana zindî de ji Rûdawê re got:

“Hûn jî dibînin. Ji parêzgehên din 6 hezar polîs û leşkerên ku li vî bajarî najîn tînin û ew dengê xwe didin.

Gelê Şirnexê jî qebûl nake ku vîna wan were binpêkirin. Ew bertekên xwe nîşan didin.”

Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen jî got:

“Gel li hemberî vê diziyê bertek nîşan dide. Hûn dibînin ji bo ku dengên xelkê bidizin çi dikin. Li şûna ku midaxeleyî wan bikin, ew midaxeleyî xelkê dikin.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nurcan Alturkê jî ji Rûdawê re got:

“Ez bangî hemû gelê Botanê, gelê Kurd û Kurdistanê dikim ku li dijî vê faşîzmê xwedî helwest bin. Li hemberî vê talanê, zilmê, diziyê bila serî hildin. Bila deng û vîna xwe biparêzin.

Bila herin dengê xwe bidin û li ser sindoqên ku lê deng didin bisekinin. Ji 7 heta 70 salî divê her kes vîna xwe biparêze. Bi otobusan dizan ji cihên din tînin.”

Alturkê destnîşan kir ku hilbijêr ji derveyî bajêr bi otobusan tên birin û got:

“Bila cîhan vê bêhiqûqî û talanê bibîne. Her kesê ku li hemberî vê talan û neheqiyê bêdeng bimîne, şirîkê vê zilmê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst