Amarên enflasyonê; TUIK dibêje %85 e ENAG jî dibêje %185 e

03-11-2022
RÛDAW
Nîşan TUIK ENAG Enflasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Cotmehê bi rêjeya %3.54 zêde bûye û salane jî gihiştiye %85.51, lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê gihiştiye %185.34an.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) îro 3ê Mijdara 2022ê amarên enflasyona meha Cotmeha 2022ê eşkere kirin. Li gor amaran, di Cotmeha 2022ê de enflasyon bi rêjeya %3.54 zêde bûye û enflasyona salane ya Tirkiyê gihiştiye %85.51, ku Îlona 2022ê ev rêje %83.45 bû.

Ligel amarên TUIKê, Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihand ku rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê %185.34e û ya Cotmeha 2022ê jî bi rêjeya %7.18 zêde bûye.

Rêjeya enflasyonê ya fermî ku hatiye ragihandin ji sala 1998an vir ve di asta herî bilind a 24 salan de ye. Di Cotmehê de li gor heman meha sala par herî zêde bi rêjeya %117.15 xerciyên veguhestinê zêde bûne. Di meha Cotmehê de li gor heman meha sala par herî kêm bi rêjeya %33.48 xerciyên ragihandinê zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst