Enflasyona sibatê: TUIK tiştekî ENAG tiştekî din dibêje

04-03-2024
RÛDAW
Nîşan TUIK Enflasyon ENAG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - TUIKê ragihand ku li Tirkiyeyê enflasyona meha sibatê bi rêjeya ji sedî 4,53yan zêde bûye lê ENAGê da zanîn ku rêjeya enflasyona meha sibatê ji sedî 4,32 ye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG), îro amarên enflasyona meha sibatê û ya salane eşkere kirin.

Di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye.

Li gorî amarên fermî yên TUIKê, enflasyona meha sibatê ji sedî 4,53 ye û ya salane ji sedî 67,07 e.

Li gorî saziya ENAGê ya serbixwe jî enflasyona sibatê ji sedî 4,32 û ya salane jî ji sedî 121,98 e.

Li gorî amarên TUIKê li gorî meha Kanûna Paşîna 2024an meha sibatê herî zêde bi rêjeya ji sedî 12,76an bihayê sektora perwerdeyê zêde bûye.

Li aliyê din, herî zêde bihayê cil û bergan bi rêjeya ji sedî 0,20 daketiye.

Herwiha li gorî heman meha sala borî herî zêde bi rêjeya ji sedî 94,78an bihayê restoran û otelan zêde bûye.

Herî kêm jî bi rêjeya ji sedî 43,44 bihayê cil û bergan zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst