ENFLASYON - Di navbera amarên TUIK û ENAGê de ferqeke zêde heye

05-02-2024
RÛDAW
Nîşan TUIK ENAG Enflasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Kanûna Paşînê, bi rêjeya ji sedî 6,70 zêde bûye û ya salane jî gihiştiye ji sedî 64,86an.

Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî da zanîn ku rêjeya enflasyona meha Kanûna Paşînê ji sedî 9,38 e û ya salane jî gihiştiye ji sedî 129,11an.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG), îro amarên enflasyona meha Kanûna Paşînê û ya salane eşkere kirin.

Ferqeke zêde heye

Di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye.

Li gorî amarên fermî yên TUIKê enflasyona meha Kanûna Paşînê ji sedî 6,70 ye û ya salane ji sedî 64,86 e lê li gorî saziya ENAGê ya serbixwe enflasyona meha Kanûna Paşînê ji sedî 9,38 û ya salane jî ji sedî 129,11 e.

Li gorî amarên TUIKê li gorî meha Kanûna Pêşîna 2023yan meha Kanûna Paşînê herî zêde bi rêjeya ji sedî 17,68an bihayê sektora tenduristiyê zêde bûye û herî zêde bihayê cil û bergan bi rêjeya ji sedî 1,61 daketiye.

Herwiha li gorî heman meha sala borî herî zêde bi rêjeya ji sedî 92,27an bihayê restorant û otelan zêde bûye û herî kêm bi rêjeya ji sedî 40,62 bihayê cil û bergan zêde bûye.

Li gorî amarên ENAGê jî meha Kanûna Paşînê herî zêde bi rêjeya ji sedî 16,42an bihayê cil û bergan zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst