Li Kobaniyê zivistan hat û hîn jî sotemenî bi dest xelkê nakeve

02-12-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Krîza sotemeniyê li Kobaniyê berdewam e
Krîza sotemeniyê li Kobaniyê berdewam e
Nîşan Kobanî Sotemenî Krîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Krîza sotemeniyê li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser berdewam e.

Welatî neçar dibin nîvê şevê biçin ber dora benzînxaneyan ji bo ku pêdiviyên xwe yên sotemeniyê peyda bikin.

Bilindbûna nirxê mazotê û kêmbûna wê, wiha jî bihabûna benzînê, krîzeke sotemeniyê û bêzariyek li cem xelkên Kobaniyê û gundewarê wî bajarî, dirust kiriye.

Parêzer Ferhad Baqir, ku nişteciyê Kobaniyê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku krîzeke rasteqîne ya sûtemeniyê heye.

Bi gotina Ferhad Baqir sedema wê yekê jî êrişên Tirkiyeyê ye ku jêrxaneya berhemanîna sotemeniyê ji nav biriye.

Herwiha bi sedema dorpêça li ser Sûriyeyê, kompanyayên pêşketî yên petrol û rafîneriyan nikarin kar li wî welatî û Rojavayê Kurdistanê bikin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî Ednan Bozan ku ew jî nişteciyê bajarê Kobaniyê ye, ji Rûdawê re behsa vê rewşê dike.

Ednana Bozan ji Rûdawê re got, “Berê Rêveberiya Xweser kartek dabû xelkê, her 7 rojan 50 lître mazot ji otomobîlekê re derdiket, piştre bû her 10 rojan lê hin caran peyda dibû û gelek caran jî, peyda nedibû.

Piştre yek lîtreya mazota azad bû bi 4 hezar û 300 lîreyên Sûrî, ya piştgirîkirî jî bû bi 2 hezar û 100 lîreyan, êdî xelkê bêzariya xwe nîşan da û derketin xwepêpşandanan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst