Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê baca sotemeniyê hat zêdekirin

16-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Sotemenî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor biryara Serokkomariya Tirkiyê ya li ser Baca Mezaxa Taybet (OTV) de baca lîtreyeke benzînê derket 7.52 lîreyan û ya motorînê jî derket 7.05 lîreyên Tirkî.

16ê Temûza 2023an biryara Serokkomariyê ya li ser zêdekirina Baca Mezaxa Taybet (OTV) di Rojnameya Fermî de hat belavkirin û biryar ji îro pê ve tê cîbicîhkirin.

Li gor biryarê baca lîtreyek benzînê ji 2.52 lîre derket 7.52 lîreyan û ya motorînê ji 2.05 lîre derket 7.05 lîreyan.

Piştî zêdekirina Baca Nirxê Zêdekirî (KDV) ji %18 bo %20 li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê sotemeniyê rojane tê zêdekirin.

15ê Temûzê nirxê benzînê 1.32 lîre hatibû zêdekirin û li Stenbolê lîtreya wê bi 28.05 û li Enqerê bi 28.53 û li Izmirê jî bi 28.63 dihat firotin.

Piştî biryara nû ya zêdekirina bacê nirxê lîtreyek benzînê bi 35.90 lîre, lîtreyek motorîn bi 33.18 lîre û gaza otomobîlan jî bi 15.91 lîreyên Tirkî tê firotin.

Beriya biryarê ji her lîtreyek benzîn 2.52 lîre û ji her lîtreyek motorînê jî 2.05 lîre bac dihat wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst