Nirxê sotemeniyê careke din hat zêdekirin

10-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Sotemenî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxê sotemeniyê careke din hat zêdekirin.

Piştî zêdekirina Baca Nirxê Zêdekirî (KDV) ji %18 bo %20an li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxê sotemeniyê jî hat zêdekirin. Ji îro Duşemê 10ê Temûza 2023an û pê ve nirxê benzînê 45 kuruş û nirxê motorînê jî 43 kuruş hatiye zêdekirin.

Piştî vê zêdekirinê nirxê lîtreya benzînê li Amedê bûye 27.81 lîre, li Stenbolê 26.6 û li Enqerê jî 27.11 lîreyê Tirkî.

Herwiha nirxê lîtreya motorînê jî li Amedê derketiye 26.27 lîreyan û li Stenbolê jî bi 25.22 lîreyan tê firotin.

7ê Temûza 2023an di Rojnameya Fermî de hatibû belavkirin ku Baca Nirxê Zêdekirî (KDV) %18 bo %20an hatiye zêdekirin. Ligel vê yekê Baca Nirxê Zêdekirî ku ji bo çend xizmet û tiştan dihat cîbicîhkirin jî %8 bo %10an hatiye zêdekirin. Biryar bû di 10ê Temûzê de bê cîbicîhkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst