DAIŞê li Hesekê êriş kir: Kuştî hene

23-02-2024
Nîşan DAIŞ Êriş Hesekê Asayîşa Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hesekê du endamên Asayîşa Rêveberiya Xweser di êrişeke DAIŞê de canê xwe ji dest da.

Bûyerê li taxa Xwêranê ya li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê rû da.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, 2 çekdarên DAIŞê ji ser motorsîklêtekê gule berdane 2 endamên Asayîşa Rêveberiya Xweser û reviyane.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku her du endamên Asayîşê canê xwe ji dest daye.

Hefteya borî jî li taxa Muftiyê ya li bakurê Hesekê 2 çekdarên DAIŞê gule berdan endamekî Asayîşa Rêveberiya Xweser ku li ber mala xwe bi hevjîna xwe û zarokên xwe re bû.

Wî endamê Asayîşê jî canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst