Navenda Ewropayê ya Lêkolînên Kurdî li Kosovayê komxebatek li dar xist

01-06-2024
Helebja Sadon
Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî lo Kosovayê komxebatek li dar xist / Rûdaw
Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî lo Kosovayê komxebatek li dar xist / Rûdaw
Nîşan Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî Kosova
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Navenda Ewropayê ya Lêkolînên Kurdî li ser paşeroja Sûriyeyê li Kosovayê komxebatek li dar xist.

Hinek rojnamevanên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî beşdarî komxebatê bûn.

Kosova wekî cihê komxebatê hat hilbijartin ji ber ku welatekî pirneteweyî ye.

Li Kosova 6 pêkhateyên cuda bi hev re dijîn.

Pira Mostarê ya li bajarê Mitrovicayê Kosova û Sirbistanê ji hevdû cuda dike.

Hêzên NATOyê li herêmê bi cih bûne da ku rêgiriyê li şerê di navbera Elban û Sirbiyan de bike.

Pira Mostarê pireke ciwan e lê xwedî dîrokeke reş e.

Navenda Ewropayê ya Lêkolînên Kurdî bajarê Mitrovicayê ji bo komxebata xwe wekî nimûneyekê hilbijartiye.

Welat û bajar jî pirneteweyî û pirziman in wekî Sûriyeyê.

Lêkolîner û rojnamegerên ji Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê nîqaş li ser modêla Kosovayê kir.

Nûçegîhana Rûdawê Helebce Sadûn jî li wê komxebatê bû.

“Me xwest mêvanên me nimûneya Kosovayê nas bikin”

Endamê Rêveber yê Navenda Ewropayê ya Lêkolînûn Kurdî Siyamend Haco li ser modêla Kosovayê ji Rûdawê re got: 

“Berî demekê pirsgirêk li vir çêbûn û kuştin hebû. Sirbiyan xwepêşandin li dijî hikûmetê kir û pirsgirêk mezin bû.

Bi rastî me mêvanên xwe anîn vî cihî ji bo bizanin eger ew pirsgirêkên xwe yên siyasî çareser nekin û lihevhatinek çênebe, dê heman pirsgirêk li Sûriyeyê jî hebe.

Li Kurdistana Sûriya dê ev pirsgirêk bi Ereban re hebe, lewma gelekî girîng e daxwaziyên

Pêkhateyan bên bicihkirin û mafên xwe di paşeroja Sûriyeyê de bibînin.

Diyar e Sirbî dibînin ku mafê wan nayê parastin di Kosovayê de û Elban piranî ne.

Lewma em dibînin ku leşkerên biyanî li vir in ji bo pirsgirêk mezintir nebe.”

Kesên di komxebatê de çalakvan, siyasetmedar û kesayetiyên sivîl  bûn.

Rêveberê Navenda Lêkolînên Siyasî ya Kosovayê Dr. Lulzim Peci jî amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e xelkê Sûriyeyê û bi taybet Kurd bizanibin çawa piştevaniyeke navdewletî wergrin.

“Beriya her tiştî divê piştgiriya navneteweyî hebe”

Dr. Lulzim Peci ji Rûdawê re got:

 “Cudahî heye di navbera Sûriyeyê û Yugoslavyaya fermî de. Sûriye ji aliyê komelgeha navneteweyî ve nayê dîtin ku welatekî parçekiriye.

Rast e li wir çend grûpek hene ku hest bi serbixweyiyê dikin û dixwazin di çîroka serxwebûne de serbkevin lê heta bikevin qanaxa serxwebûnê pêwîstiya wan bi piştevaniya navneteweyî heye û pêwîst e ew mesele baş gengeşe li ser were kirin.

Şîreta min ew e ku tu nikarê tiştekî bike bê piştevaniyeke bihêz a navneteweyî”

Kosovayê sala 2008 ji nû serxwebûna ragihand.

6 pêkhateyên sereke têde dijîn Elbanî, Sirbî, Misrî, Tirk, Eşkalî û Romayî.

Her pêkhateyek bi stêrkekê li ser alaya Kosovayê hatiye xemilandin.

Divê ew sûdê ji mafê pêkhateyên Kosovayê û destûra wê werbigrin.

Ji sedî 95ê xelkê Kosovayê Misilman in.

140 hezar xelkê wê di şerê li gel Sirbistanê de mirin.

Heta niha Kosova ne endamê Netewyên Yekbûyî ye lê belê Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî hewl dide aştî û aramiya Kosovayê biparêzin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst