Li embara genim Rûsyayê jî nan biha dibe

31-05-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Rûsya Nan Genim Bihabûn
A+ A-

Rûsya (Rûdaw) - Li Rûsyayê jî ku wek yek ji welatên embara genim a cîhanê tê naskirin, nirxê genim û li ser vê yekê jî her ku diçe bihayê nan zêdetir dibe.

“Nan serê her tiştî ye” pêşiyên Rûsan wiha gotine. Ji demên kevnar ve, nan ji bo mirovên Rûsî gelek girîng bûye. Li ser sifrê ya her Rûsekî herî girîng nan e. Heta roja îro jî li Rûsyayê mêvanê herî giranbûha bi nan û xwê tê pêşwazîkirin. Îro li Moskowê nanekî 400 gram bi 1 dolar 50  cent e. Par bihayê vî nanî 70 cent bû.

Di sala 2021an de li Rûsyayê qebareya hilberîna pîşesazî ya nan û berhemên nanpêjiyê 5,8 milyon ton bûye. Rêjeya nan û berhemên nanpêjiyê di tevheviya firoşyariyê de jî %2,3 ye. Li gorî statîstikan, her welatiyekî Rûs salê bi nîvekî 86 kg nan dixwe. Belam divê nayê jibîrkirin, ku nêzî 20 mîlyon welatiyên rûsyayê li jêr sînorê hejariyê dijîn.

Malnîşîn Nîna Kurbatova dibêje "Nan ecêb giran bûye. Bi taybetî ji bo malnîşînan pir girane. Nanê reş hîn girantir e, û yê erzan jî nayê peydakirin. Di vê markêtê de mirov qey na, dikare nanê hinek erzan bikirre. Lê nanê reş winda bûye."

Endeziyarê avahîsaziyê Yuriy Vasilyev got "Divê dewlet, bi nêrîna min, hemû derfetên xwe sefer bike û buhaya nanê daxe. Da ku gel, an ku gelê kêmderamet bi hêrs nekeve. Ji ber nan, xwireka hejaran e. Yên ku nikarin her roj goşt û mêwe ê sebzeyan bikirin, tenê bi nanê tisî xwe têr dikin."

Serokê Yekîtiya Dexlê ya Rûsyayê tekez dike, tu hêmayên ku di bazara cîhanê de dexil û dan kêm bibe, tunene. Bi pêşbîniya wî, weke salên berê îsal jî, Rûsya di nava hinardekarên genimê yên cîhanê de dê di rêza yekemîn de  bimîne. Lê buhaya nanê dê erzantir nabe.

Serokê Dexil û Danê ya Rûsyayê Arkadiy Zloçevsiy ragihand "Buhaya nanê dê girantir bibe. Ji ber sedemên mesrefên din. Di serî de berzbûna jêderên enerjiyê tê. Aşşereye ku nan divê bê patin, û jê re jî enerjî pêwîste. Genim bi xwe erzane, lê  mesrefên veguhastinê her diçe girantir dibe. Mesrefên kirêkirina embar û dikanan û gelek mesrefên din hene ku ti peywendiyê wan bi buhaya genimê re nîne."

Bi pêşbîniya Yekîtiya Dexlê ya Rûsyayê, îsal cotyarên Rûsyayê dê nêzî 130 mîlyon ton genimê rakin. Qebareya hinardina genimê ji Rûsyayê  bo bazarên cîhanê jî, dê dora 40 mîlyon ton be. Yekîtiya Dexilê ya Rûsyayê texmîn dike ku di werza nû de nirxa tonekî genimê di bazara cîhanê de dê navbeyna 370-390 dolar be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst