Komîsyona Encûmena Ewlehiyê ya NYyê çi dike?

58 xulek berê
Sinan Tunçdemir
Civîna Komîsyona Encûmena Ewlehiyê ya NYyê / Wêne: AA
Civîna Komîsyona Encûmena Ewlehiyê ya NYyê / Wêne: AA
Nîşan Komîsyona Encûmena Ewlehiyê ya NYyê Amerîka Rûsya Sûriye Libnan ÎSraîl
A+ A-

New York (Rûdaw) – Rol û mîsyona Komîsyona Encûmena Ewlehiyê ya NYyê ji ber şerê Rojhilata Navîn êdî tê rexne kirin.

Amerîka, Rûsya û hevpeymanên wê û Rûsya jî Amerîka û hevpeymanên wê bi zêdekirina rageşiyan tohmetbar dike.

Piştî şerê Îsraîl û Hemasê û piştre şerê Îsraîl û Hzbulaha Libnanê, çend caran Komîsyona Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser vê mijarê civiya lê niha rexne li Komîsyona Encûmena Ewlekariyê tê kirin ku salek e nekariye vê pirsgirêkê çareser bike. 

Komîsyona Encûmena Ewlehiyê ya NYyê di van rojan de bi awayekî navxweyî li ser kar û erkên xwe tê rexnekirin.

Rexne ev e, gelo Komîsyona Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên NYyê çima nikare aştî û ewlehiyê di cîhanê de ava bike?!

Komîsyona Encûmena Ewlehiyê ya NYyê ev salek e nikare şerê Xezeyê bide sekinandin.

Li aliyê din, jî şerekî nû li Libnanê dest pê dike û Artêşa Îsraîlê û Hizbulaha Libnnanê xwe ji şerekî nû re amade dikin.

Di vê çarçoveyê de Seroka Encûmena Asayîşê daxwaza reforman dike û nûnerê daîmî yê Komîsyona Encûmena Ewlehiyê ya NYyê Rûsya û Amerîkayê tawanbar dike.

Seroka Encûmena Ewlehiyê û Nûnera Swîsreyê ya NYyê Pascale Christine Baeriswylyê li ser rexneyan ji Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Sînan Tunçdemîr re axivî.

“Hêzênmezin divê rêzê li yasayên navneteweyî bigirin”

Pascale Christine Baeriswylyê behsa astengiyan kir û wiha axivî:

“Encûmena Ewlehiyê ya NYyê amurek bi hêz e û divê reform werin kirin ku bila hêza xwe bikaribe bikar bîne.

Her wisa ez bixwe jî bezar im ku nikare vî şerê bide sekinandin.

Careke din dibêjim, berê jî cuda nebû. Encûmena Ewlehiya NYyê organek e û endamên wê hene.

Hêzên mezin li ser erdê kar dikin û divê rêza xwe nîşanî yasayên navneteweyî bidin û Encûmena Ewlehiya NYyê bi tena serê xwe nikare her tiştî bike.”

“Em danûstendinê bi welatan re dikin”

Nûnerê Rûsyayê yê NYyê Vassily Nebenzia jî li ser rexneyan wiha got:

“Ez wisa difikirim ku Encûmena Ewlehiyê ti karekî nake ku rewş aramtir bibe.

Sedema vê jî gelekî hêsan e, ji ber ku Îsraîl ji aliyê hevalbêndên xwe Amerîkayê ve tê parastin.

Amerîka rê li ber karvedanên bi wateyî yên Encûmena Ewlehiyê yên ku mekanîzmaya aramkirina rewşê ne digire.

Em wekî Rûsya ji rewşa aramtir bibe danûstandinên diplomatîk bi dewletên cîran û cîhanî re dikin.”

Encûmena Ewlehiyê ya NYyê heta niha ji 20î zêdetir civîn li ser Rojhilat a Navîn bi taybetî jî li ser Xezaeyê li dar xist.

Gelek pêşnûme hatin van civînan. Amerîkayê tenê 2 pêşnûme veto nekir lê yên din hemû veto kir.

Mesele ev e ku pêşnûmeyên ku hatine pejirandin nayên bikaranîn.

Ev jî rexneyan zêdetir û dengan bilindtir dike.

Di heman demê de şerê Rojhilata Navîn jî berfirehtir dibe.

Em îro behsa Libnanê dikin lê heger Encêmena Ewlehiyê ya NYyê bi vî awayî berdewam bike, wisa xûya dike ku sibehê Îran jî xwe di nava vî şerî de bibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst