Li Sirûcê nan ji sedî 40 biha bû

27-02-2024
RÛDAW
Nîşan Sirûc Nan Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya Rihayê, beriya meha Remezanê nan bi qasî ji sedî 40 biha bû û bihayê nanê 200 gramî bû 7 lîre.

Odeya Firinvan Restoran Çayxane û Pastaxaneyan a Sirûcê ragihand ku di civîna meha sibatê de li ser bihayê nan dengdan hatiye kirin.

Di encama dengdanê de nan bi qasî ji sedî 40 biha bû û nanê 200 gramî yê pêştir bi 5 lîreyan dihat firotin bû 7 lîre.

Li Sirûcê bihayê pîdeyê 170 gramî bû 7 lîre, pîdeyê vekirî yê 150 gramî bû 7 lîre.

Bi bihayên nû re birajtina lehmecûnekê bû 3,5 lîre, birajtina sêniyên xwarinê bû 15 lîre û birajtina xwarinê kûzik bû 20 lîre.

Herwiha şîşên îsot û balîcanê jî dê bi 5 lîreyan bên birajtin.

Piştî Sirûcê niha jî ji bo bihabûna nan çav li navçeyên din ê Rihayê ne.

Li navenda Rihayê jî 10ê Kanûna Paşîna 2024an nan biha bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst