Li Amedê nan biha bû

28-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Nan Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê nan bi qasî ji sedî 25 biha bû.

Piştî ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê mûçeyê kêmane hat zêdekirin û bû 17 hezar lîreyan ku dike derdora 564 dolaran, bihabûna pêwîstiyan dest pê kir.

Odeya Nanpêjên Amedê çend rojên borî xwestibû nanê li firinên bajêr bi qasî ji sedî 50î biha bibe.

Yekîtiya Ode, Pîşesazkar û Esnafên Amedê  îro bersiva Odeya Nanpêjên Amedê da nan bi qasî ji sedî 25 biha bibe.

Li gorî nirxên nû, nanê 400 gram ji 12 lîreyan bû 15 lîre. Nirxê nanê 200 gram jî ji 6 lîreyan bû 7 lîre.

Nirxê nanê 550 gram jî ku wek nanê Amedê tê naskirin bû 20 lîre.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistan li gel daketina nirxê lîre li hemberî dolar û diravên biyanî her ku diçe kelûpel û pêdiviyên sereke yên jiyanê biha dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst