HOLENDA - 3 kes kuştin, molotof avêt nexweşxaneyê

29-09-2023
RÛDAW
Nîşan Holenda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kesekî 32 salî li bajarê Rotterdamê yê Holendayê dayikek, zaroka wê û mamosteyekî 43 salî kuştin.

Polîsê Rotterdamê li ser hesabê xwe yê Xyê, li ser êrişê agahiyên dawiyê parve kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di encamê êrişê de 3 kesan canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku êriş bi çekê hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku dayikê li cihê êrişê canê xwe ji dest daye û keça wê ya 14 salî jî li nexweşxaneyê miriye.

Herwiha hat destnîşankirin ku heman kesî li Nexweşxaneya Zanîngeha Erasmusê careke din êrişek pêk aniye.

Di encama vê êrişê de jî mamosteyekî 43 salî canê xwe ji dest daye.

“Agir bi xaniyekî xistiye”

Rêvebirê Polîsan ê Rotterdamê Fred Westerbeke têkildarî êrişan axivî û got:

“Gumanbarê 32 salî, bi tena serê xwe 2 êrişên çekdarî pêk anîne.

Êrişa yekem li cihê ku lê dijiya, li herêma Dullaertpleînê rû da.

Gumanbar li heman herêmê, agir bi xaniyekî xistiye.

Êrişa duyem jî bi kîlometreyek û nîvê dûrî ya ewil li Nexweşxaneya Zanîngeha Erasmusê pêk hat.”

Hat diyarkirin ku gumanbar berê xwendekarê vê zanîngehê bûye.

“Gumanbar molotof avêt nexweşxaneyê”

Polîsê Rotterdamê diyar kir ku êrişkar molotof avêt nexweşxaneyê û agir bi nexweşxaneyê ketiye.

Polîsê Rotterdamê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman:

“Êrişkar tevî çeka xwe hatiye girtin. Ev êriş ji aliyê kesekî tenê ve pêk hatiye.

Lêkolînên me yên têkildarî sedema êrişê berdewam dikin.”

Polîsan di heman demê de eşkere kir ku gumanbar sala 2021ê ji ber sûcê îstismarkirina ajelan hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst