Hans Sandee: Aramî û bipêşketina herêmê di berjewendiya Sûriye û Îraqê de ye

06-02-2025
Nwêner Fatih
Hans Sandee / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hans Sandee / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Holenda Îraq Guherîna Avhewayê Petrol
A+ A-

Balyozê Holendayê yê Îraqê Hans Sandee got, “Di berjewendiya Îraq û Sûriyeyê de ye, ku herêm aram û pêşkeftî bimîne û paşeroja wê berdewam bike.”

Hans Sandee diyar kir ku dahata Îraqê xwe disipêre petrolê û anî zimên:

“Astengiya Îraqê bi giştî, bawer dikim li cihê xwe ye ku em bibêjin, pişta xwe gelekî bi dahatên petrolê girê dide.

Zêdetirî ji sedî 90ê budceya giştî ya Îraqê pişta xwe bi dahatên neftê girê dide.”

Sandee li ser pirsgirêkên ku li pêşiya bipêşketina Îraqê asateng in wiha got:

“Hîn burokrasiyeke zêde heye, şefafiyeta pêwîst tune. Sektora bankî hîn jî pir lawaz e. Her wiha binesaziya giştî di astekê de ye ku dikare were baştirkirin.”

Balyozê Holendayê yê Îraqê diyar kirk u arambûna herêmê jib o Îraq û Sûriyeyê jî baş e û pê de çû:

“Îraq cîraneke rasterast a Sûriyeyê ye. Ez ducare dikim, di berjewendiya Îraq û Holendayê de ye ku têkiliya wan pê re hebe lê bê guman her wiha di berjewendiya Îraq û Sûriyeyê de ye ku herêm aram û pêşketî bimîne û paşeroja wê berdewam bike.”

Balyozê Holendayê yê Îraqê Hans Sandee pirên Pêşkêşkarê Rûdawê Niwêner Fatîh bersivandin:

Rûdaw: Birêz Hans, tu bi xêr hatî Rûdawê.

Hans Sandee: Gelekî spas.

Rûdaw: Gelekî spas. Projeyên niha yên Holendayên li Îraqê, ez dizanim ku hûn gelekî girîngiyê didin guherîna avhewayê û çandiniyê û ev yek ji wan sektoran e ku welatê we li Îraqê gelekî bala xwe pê dide. Niha hûn çi dikin?

Hans Sandee: Erê, rast e em di nav tiştên din de girîngiyê didin van mijaran lê hevkariya me ji vê berfirehtir e. Têkildarî ewlehî, koçberî û tiştên din e lê dema em behsa warê aborî dikin, bala me berî her tiştî li ser kêmkirina piştgirêdana Îraqê bi neftê ye, ango em girîngiyê didin curbicurkirina aboriyê. Ev jî di nav tiştên din de, bi rêya girîngîpêdana bipêşvebirina sektora taybet tê kirin.

Rûdaw: Kelem û astengiyên herî girîng li pêşiya vê armanca we ya li Îraqê çi ne?

Hans Sandee: Astengiya Îraqê bi giştî, bawer dikim li cihê xwe ye ku em bibêjin, pişta xwe gelekî bi dahatên petrolê girê dide. Tu ji min çêtir dizanî lê zêdetirî ji sedî 90ê budceya giştî ya Îraqê pişta xwe bi dahatên neftê girê dide. Loma divê Îraq ji bo paşerojê bi rastî jî aboriya xwe curbicur bike.

Holenda û welatên din ên hevbîr di vê mijarê de alîkariya Îraqê dikin lê bi eşkereyî dibêjim, rast e, hîn jî gelek astengî hene ku divê reftar li gel wan bê kirin. Ev astengiya Îraqê bi xwe ye lê bandorê li welatên wekî Holendayê jî dike.

Wekî nimûne, hîn burokrasiyeke zêde heye, şefafiyeta pêwîst tune. Sektora bankî hîn jî pir lawaz e. Her wiha binesaziya giştî di astekê de ye ku dikare were baştirkirin.

Ducare dikim ku hikûmet hem li Herêma Kurdistanê û hem li Bexdayê gelekî hewla pêşketinê dide. Bipêşveçûnên mezin hene û ez bi xwe şahidê vê yekê me lê hîn jî dikare gelekî zêdetir were kirin. Wekî nimûne, Holenda dikare di bipêşvebirina aboriyê de alîkariya Îraqê bike da ku proseya curbicurkirinê berdewamtir û lezgîntir bike.

Rûdaw: Derbarê guherîna avhewayê de, Îraq yek ji pênc welatên herî zêde ketiye jêr bandora guherîna avhewayê. Hûn çawa piştgiriya hikûmeta Îraqê di vî warî de dikin?

Hans Sandee: Em vê yekê bi rêya hevkariya di navbera kompanyayan de dikin. Wekî nimûne, di warê çandiniyê de, em gelekî girîngiyê didin kêmkirina bikaranîna avê û birêvebirina avê. Teknolojiyeke me ya taybet ji bo vê heye, teknolojiya dilopandinê ku bikaranîna avê bi rêjeya ji sedî 80 yan jî zêdetir kêm dike. Di warê çandiniyê de, her wiha em girîngiyê didin hilberîna tov û berhemên ku li hemberî guherîna avhewayê xwedî berxwedaneke zêdetir in. Ev jî alîkariyeke mezin dike.

Her wiha derbarê proje û bernameyan de, wekî nimûne, bernameya me ya Şerakeyê heye ku girîngiyê dide veguhestina zanyariyan bi rêya zanîngehan û her wisa bernameya me ya rahênana taybet bi xwendekar û karsazên Îraqî jî heye.

Mijareke din ku em dikin pêşvebirina kerta taybet e. Em vê jî bi rêya bernameya Goşeya Pirteqalî dikin ku alîkariya kompaniyên nû û bipêşketî yên Îraqê dike. Her wiha me vê dawiyê Sindoqa Dahênanê ya Goşeya Pirteqalî ava kir ku têkiliyê di navbera valahiya diravî ya di navbera kompanyayên nû û bipêşketî de ava dike.

Em di warê akademîk de jî kar dikin. Holenda bi çandiniyê tê naskirin û navendên me yên akademîk ên bipêşketî yên wekî Wageningen hene ku xwendekarên zêde dikişîne û hevkariyê bi Îraqê re dike. Her wiha Peymangeha IHE Delft, ku peymangeheke birêvebirina avê ye di asteke bilind de û li ser asta cîhanê tê naskirin, ew jî hevkariyê bi Îraqê re dike.

Ev ew cure tişt in ku em dikarin bikin ji bo alîkariya Îraqê, bêguman ji bo alîkariya Kurdistanê jî, ji bo curbicurkirina zêdetir a aboriyê û em wisa bikin ku ew aborî zêdetir li hemberî avhewayê li ber xwe bide.

Rûdaw: Derbarê ewlehî û koçberiyê, bi taybetî ez dizanim ku koç, ev rêya Yekîtiya Ewropayê ye bi Îraqê re û ez agahdar im lê derbarê ewlehiyê de, Sûriye cihê nîgeraniya hemû cîhanê ye. Hûn bi hikûmeta Îraqê re çawa di vî warî de kar dikin, yan gelo ev bi giştî cihê nîgeraniya Holendayê ye?

Hans Sandee: Tiştê ku em dikin, bê guman ew e ku em ji nêzîk ve çavdêriya bipêşveçûnên Sûriyeyê dikin. Ev ji bo Holendayê jî baş e ku bi Îraqê re di têkiliyê de be.

Îraq cîraneke rasterast a Sûriyeyê ye. Ez ducare dikim, di berjewendiya Îraq û Holendayê de ye ku têkiliya wan pê re hebe lê bê guman her wiha di berjewendiya Îraq û Sûriyeyê de ye, ku herêm aram û pêşketî bimîne û paşeroja wê berdewam bike.

Bi taybetî derbarê Îraqê de, bêguman em hîn jî endamekî çalak in di Hevpeymaniya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) de. Lê wekî dibe ku tu bizanî, Holenda di vê demê de serkirdatiyê dike. Bi teknîkî, em jê re dibêjin keştiya fermandehiya şandî ya NATOyê li Îraqê. Bi vî awayî em alîkariya Îraq û hêzên ewlehiyê yên Îraqê dikin, ev jî rasterast bi beşdarbûna nav Hevpeymaniya li Dijî DAIŞê.

Hîn jî DAIŞ asteng e bê guman, lê her wiha ji aliyê çaksaziya sektora ewlehiyê ve em piştgirî û alîkariya artêşa Îraqê dikin, ne tenê artêşa Îraqê lê polîsên Îraqê jî.

Rûdaw: Birêz Hans, gelekî spas. Careke din tu bi xêr hatî Rûdawê.

Hans Sandee: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst