Rûmala Taybet - Ahengên Newrozê li Amed û Wanê

21-03-2021

18:19

Serokê KKPê: Ji bo parastina destkeftan divê Kurd bibin yek

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek
Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek di ahenga Newroza Amedê de ji Rûdawê re ragihand, “Ji bo parastina destkeftên Başûr û Rojavayê Kurdistanê divê partî bibin yek. An em dê bibin yek û serbikevin an jî em dê têk biçin.”

Sînan Çîftyurek rexneyên tund li siyaseta hikûmeta Tirkiyê girtin û got, “Bingeha siyaseta Kurdî li meydanan e. Siyaseta modern a Kurdî ne li parlamentoyan, lê li çiya, kolan û şeqamên li her deverên Kurdistanê hat avakirin.”

Çîftyurek Newroza 2021 ji bo Kurdan wek “Newroza yekîtiyê” binav kir û got, “Rojeva sereke ya Kurdistanê yekîtî ye. Hevpeymaniya Navdewletî, Amerîka û civaka navdewletî ji Kurdan re dibêjin; `bibin yek`. Dibêjin, `hûn bibin yek em dê piştgiriya we bikin`. Ji bo me Başûr û Rojava, HSD û Pêşmerge yek in. Trajediya perçebûna Kurdistanê heye. Eger em bibin yek em dê vê trajediyê ji holê rakin.”

Derbarê şêwazê yekîtiyê de jî Çîftyurek got, “Kurd nikarin hemû li jêr sîwana yek partiyê kom bibin. Lê divê partî bibin yek ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê biparêzin. Em neçar in ku bibin yek. Gel daxwaza yekrêziyê ji me dike.”

Derbarê hewldanên girtina HDPê û partiyên din ên Kurdî jî Serokê KKPê got, “Ne hêsan e ku HDPê bigirin. Di nava Tifaqa Cumhur de jî nakokî hene. Gelek berpirsên AKPê jî dibêjin`ev biryar` xelet  e. Li şûna girtinê dibe budceya ji xezîna dewletê bibirin. Bigirin jî çareserî nabe. Em jî li dijî vê dibêjin yekîtî.

Zêdetir bixwîne

17:47

Sancar: Azadiya Kurdan di yekîtiya netewî re derbas dibe

Mîthat Sancar
Mîthat Sancar

Amed (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li ahenga Newroza Amedê gotarek pêşkêş kir û di got, “Rêya azadiya Kurdan di yekîtiya netewî re derbas dibe. Divê gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike. Divê gelê Kurd ji Mihabadê heta Qamişlo li her derê heviyên demokrasiyê pêş bixin. Bila ev Newroz bibe Newroza yekîtiya netewî.”

Hevserokê Giştî yê HDPê li ser wate û girîngiya Newrozê got, “Newroz ne tenê rojek e, her roj e. Newroz qêrîn e. Rêya heqîqetê û hêviya jiyanê ye. Em hêviyên xwe di her Newrozê de wekî agirê Newrozê germ digirin."

Mîthat Sancar di gotara xwe de balkişand ser zext û guvaşên li ser HDPê û tekez kir, “Lê em berxwedanê dizanin. Em têkoşîne dizanin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin. Bi vê baweriyê û biryara we em dê bi ber bikevin.”

Sancar hikûmeta Tirkiyê wek “desthilateke derbekar” binav kir û got, desthilata Tirkiyê xerabiyê li kedkar, jin û Kurdan dike û  û wiha berdewam kir, “Wekîlên me yên em bi denge we dişînin meclîsê neheq wekîltiya wan dixin. Niha jî wekîltiya birayê me Omer Faruk Gergerlîoglu xistin. Serê sibê dema dixwest destmej bigire bi ser de girtin û binçav kirin. Binerin ew qas xerab in. Ew qas li dijî baweriyê bê bêrêz in. Li dijî vîna gel bê bêrêz in."

Sancar amaje bi hewlên girtina HDpê jî kir û got, “Em serî natewînin. HDP a ku nikarin bi siyasetê wê têk bibin, niha darazê dixin nava tevgerê û dixwazin bigirin. Berxwedan jiyan e. Daxwaza girtina HDPê daxwaza girtina demokrasî, hevî û wekheviyê ye. Ji ber vê yekê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Sancar bang li `hêzên demokrasiyê` jî kir û got, “Werin em bi hevre ber bi aştî, demokrasî û azadiyê ve bimeşin.  Em hêza xwe ji mafdariya xwe û gelê xwe distînin. Ev îqtîdar ji me ditirse. Me di 7ê Hezîranê de li ser sindoqê ev yek nîşanî wan da. De di 31ê Adarê û Hezîranê de ev yek li ser sindoqê nîşanî wan da. Bila van rojan ji bîr nekin. HDP dê dîsa bi wan bide windakirin. Wateya herî mezin a Newrozê sembola aştiyê ye."

Hevserokê HDPê behsa nameya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a di Newroza 2013an de kir û got, “Birêz Ocalan di nameyê de gotibû `Demek nû dê bê destpêkirin. Ne çek wê siyaset bi axive. Em ê pêşeroja hevpar bi hevre ava bikin`. Em li pey vê banga Newroza 2013an in. Em piştgiriye didin banga  Birêz Ocalan a 2013an. Em îro jî heman daxwazan tînin ziman.”

Sancar amaje bi “tecrîdaî li Ocalan jî kir û got, “Peyama Ocalan ku danî holê banga çareseriya demokratîk bû. Kilîla çareseriya Demokratîk bû. Em dîsa li pey vê daxwazê ne. Em li pey çareseriya demokratîk in. Ji ber vê yekê dixwazin vê siyasetê tune bikin. Ji ber vê yekê tecrîdê li Îmraliyê pêş dixin. Israra di tecrîdê de israra di bê çareseriyê de ye. Ji ber vê yekê divê teqez ev tecrîd rabe.”

Mîthat Sancar behsa rewşa herêmê jî kir û got, “Rêya aştiya Rojhilata Navîn di azadiya Kurdan re derbas dibe. Azadiya Kurdan di yekîtiya netewî re derbas dibe. Azadiya Kurdan di Îmraliyê re derbas dibe. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike. Divê gelê Kurd ji Mihabadê heta Qamişlo li her derê heviyên demokrasiyê pêş bixin. Bila ev Newroz bibe Newroza yekîtiya netewî.”

Di dawiya gotara xwe de Mîthat Sancar tekez kir, “Yên van zextan li me dikin, bila bizanibin HDP mezin dibe û tê. HDP hatiye ku welat bi rêve nebe. Dê tu hêz nikaribe re li pêş siyaseta demokraktîk bigire. Em ê heta dawî di dadperweriyê de israr bikin. Em ê tekez bihara gelan bînin. Em soz didin emê teqez bi ser bikevin.”

Zêdetir bixwîne

17:30

Hevseroka DBPê: Roja roja yekîtiya netewî ye

Salîha Aydenîz
Salîha Aydenîz

Wan (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li ahenga Newroza Amedê gotarek pêşkêş kir û amajedan bi girîngiya yekrêziya Kurdan got, “Roj roja yekîtiya netewî ye.”

Salîha Aydenîz bibîr xist ku “Newroz ji bo Kurdan berxwedan e” û behsa “tecrîd”a li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir û got, “Ev tecrîd di ser Birêz Abdullah Ocalan re li hemû qadan berdewam dike. Ev tecrîd rijdbûna li ser siyaseta şer e. Divê demildest ev tecrîd rabe. Mixatabê aştiyê Ocalan e.”

Hevseroka DBPê amaje bi girtina şaredaran, danîna qeyûman li ser şaredariyan kir û vekişîna Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê ku taybet bi parastina jinan kir û got, “Hevpeymaniya AKP-MHPê ew qas ji jinan ditirse ku tehemûla wan bo yasayên jinan diparêzin jî nîne.”

Derbarl hewlên girtina HDPê de jî Aydenîz tekez kir, “Bila li Amed, Cizîr û hemû qadan binêrin, HDP ne ji çar dîwaran pêk tê. HDP hizrek e, xwediyê wê jî Birêz Abdullah Ocalan e. Eger HDP bê girtin, ev dê bibe 7emîn partî ku hatiye girtin. Ev girtin dê bibe girtina wan.”

Li ser girîngiya yekîtiya Kurdan jî Hevseroka DBPê got, “Ew ên ku ji bo yekîtiya netewî li gel hev nesekinin, ji bo berjewendiya xwe berjendiyên netewî neyîne ziman, neçar têk biçe. Yekîtiya netewî li çar perçeyan hatiye pêkanîn. Dor hatiye serkirdeyan. Ji bo nasandina statuya gelê Kurd roj roja pêkanîna yekîtiya netewî ye.”

Ahenga Newroza Wanê li qada li navçeya Îpekyolu birêve çû û bi deh hezaran xelkê bi cil û bergên netewî Newroz pîroz kirin.

Zêdetir bixwîne

15:35

Cizîrî: Divê pirsa zimanê Kurdî bikeve rojevê

“Newroz bûye war û cihê ku Kurd xeyal, hêvî û daxwazên xwe tînin ziman.”
“Newroz bûye war û cihê ku Kurd xeyal, hêvî û daxwazên xwe tînin ziman.”

Amed (Rûdaw) - Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî li ahenga Newroza Amedê ji Rûdarê re ragihand, “Newroz bûye war û cihê ku Kurd xeyal, hêvî û daxwazên xwe tînin ziman.”

Derbarê rewşa zimanê Kurdî de Cizîrî dibêje, “Kesên ku Kurdî nedizanîn gav bi gav fêrî dibin. Ev yek jî encameke kampanya me ye. Îsal di warê ziman de gavek li pêş e.”

Şerefxan Cîzîrî dibêje, ahengên Kurdî divê bi kirasê Kurdî bin û got, ji bo parastina hevbeşiya xwe “gav bi gav pirsa ziman, nasname, kultur dê bikevin navendê. Kurdayetî ne bi Kurdî be nexweş e.”

Berdevkê Paltforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî behsa kampayaya bo Zimanê Kurdî kir û got, “Li derveyî qada Newrozê îmze ji bo Kurdî tên komkirin. Li her derê îmze tên komkirin. Divê pirsa ziman bikeve rojevê.”

Zêdetir bixwîne

14:45

Temellî: Rêya demokratîkbûna Tirkiyê di Îmraliyê re derbas dibe

Sezaî Temellî
Sezaî Temellî

Wan (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê HDPê û parlamenterê Wanê Sezaî Temellî li ahenga Newrozê ya Wanê gotarek pêşkêş kir û got, “Rêya demokratîkbûna Tirkiyê ji Îmraliyê derbas dibe.”

Di ahenga Newrozê ya li Îpekyoluya Wanê de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamenterê HDPê yê Wanê Sezaî Temellî amade bûn û gotar pêşkêş kirin.

Sezaî Temellî di gotara xwe de bal kişand de zêdebûna zext û guvaşên li ser HDPê û got, “Wan wisa hizir dikir ku dê me bi dawî bînin, lê em hebûn û dê her hebin.”

Temellî dibêje, desthilatê siyaseta xwe li ser “ferzkirina şer û dijminkariya Kurdan” daniye û tekez kir, “Hewl didin bi vê dijminkariyê li ser lingan bimînin. Lê gelê Wanê li qada Newrozê bersiva herî baş da. Çi bikin jî ev gel îradeya xwe radest nake.”

Hevserokê berê yê HDPê balkişand ser proseya çareseriyê û rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û got, “Eger ew prose bi ser ketiba, dê ne şer hebûya ne jî zilma dîktatoran. Rêya çareseriya pirsa Kurd, aştî û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn di Îmraliyê re derbas dibe. Dewlet vê yekê dizane, gelên Tirkiye û cîhanê dizanin. Dizanin jî heta ev mesele (pirsa Kurd) çareser nebe ti mesele çareser nabin. Bila li senaryoyên din negerin, mixatabê vî karî birêz Ocalan e.”

Li aliyê din li bajarên Agirî, Dîlok, Êlih, Şirnex, Dêrsim, Mêrdîn, Riha, Bedlîs, Sêrt, Colemêrg û gelek bajar û bajarokên din jî ahengên Newrozê birêve diçin.

Zêdetir bixwîne

13:55

Taşçier: Newroz serhildana li dijî zilmê ye

Îmam Taşçier
Îmam Taşçier

Amed (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier li ahenga Newroza Amedê ji Rûdawê re ragihand ku Newroz “serhildana li dijî zilm û zordariyê ye” û tekez kir, “Newroz roja serhildana li dijî zilma Dehaq e, Kurd wiha dizanin. Gelê Kurd bi bi coşa Newrozê peyama xwe bi awayekî eşkere radigihîne.”

Parlamenterê HDPê dibêje, “Newroz roja serhildana li dijî zilma Dehaq e, Kurd wiha dizanin.”

Îmam Taşçier dibêje, “diyar e ku hewl didin HDPê bigirin” û got, “2023an hilbijartin heye, diyar e çavê desthilatê li dengên HDP û Kurdan e. Di hilêbijartinên Serokomariyê de jî HDP li kîjan alî be, ew alî dê serbikeve.”

Taşçier tekez jî kir, desthilat nikare bi zextê li ser lingan bimîne û got, “Hilweşîna vê desthilatê nêzîk e.”

Zêdetir bixwîne

13:35

Gulcîhan Şîmşek: Di têkoşîna azadiyê de jinan roleke girîng heye

Endama Encûmena Jinan a HDPê dibêje, “Jinan di têkoşîna azadiyê de roleke mezin û girîng dîtine.”
Endama Encûmena Jinan a HDPê dibêje, “Jinan di têkoşîna azadiyê de roleke mezin û girîng dîtine.”

Amed (Rûdaw) - Endama Encûmena Jinan a HDPê dibêje, “Jinan di têkoşîna azadiyê de roleke mezin û girîng dîtine.”

Endama Encûmena Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulcîhan Şîmşek li ahenga Newrozê ya Amedê bû mêvana Hêvîdar Zana û got, “Tevî şert û mercên zehmet ên ji ber pandemiyê Kurd bi coşeke mezin Newrozê pîroz dikin.”

Şîmşek tekezî li se girîngiya rola jinan di têkoşîn ji bo azadiyê de kir û got, “Hebûn, ziman, cil û bergên Kurdî tên qedexekirin û jin ti caran wan êrişan qebûl nakin. Asîmîlasyoneke gelek mezin li ser Kurdan hatiye meşandin; li aliyekî Tirk, li aliyekî Faris, li aliyekî Ereb li çar aliyan hewla bişaftina Kurdan hatiye dayîn.”

Endama Encûmena Jinan a HDPê dibêje, ew xebatan birêve dibin ku di warê çand û ziman de hişmendiyê belav bikin û got, “Divê Kurd cil û bergên netewî li xwe bikin.”

Zêdetir bixwîne

12:35

Kaya: Divê Kurd destkeftên xwe biparêzin

Ahmet Kaya: Kurd îro xwedî pêgeheke bihêz in
Ahmet Kaya: Kurd îro xwedî pêgeheke bihêz in

Amed (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Partiya Însan û Azadî (PIA) Ahmet Kaya jî li Newroza Amedê ji Rûdawê re ragihand ku pêwîst e Kurd her destkefteke xwe biparêzin.

Ahmet Kaya amaje bi wê kir ku siyaseta Kurdî di” qonaxeke zehmet” re derbas dibe û got, “Gelek astengî li pêş me hene, gel bi Newrozê ji bo derbaskirina van astengiyan motive dibe.”

Kaya behsa zêdebûna zext û guvaşan jî kir û got, “Desthilat ji ber ku di tengasiyê de ye vê zextê dike. Helbet ev desthilat jî dê bigûhere.”

Kaya amaje bi rewşa Kurdan û girîngiya rola wan a di siyaseta navçeyê û navdewletî de kir û got, “Kurd îro bihêz in, aliyên ku dixwazin li Rojhilata Navîn tiştekî bikin neçar in Kurdan wek hevpeyman qebûl bikin. Ji ber ku Kurd jî wê pêgeha xwe ya bihêz dizanin. Divê Kurd berjewendiyên netewî li ber çav bigirin ku proseyê veguherînîn berjewendiya xwe.”

Kürtlerin Türkiye’de ve Türkiye dışındaki demokratik mücadelesi bir çok kazanım elede etti, tüm dünyanın dikkatini çekti. Halk belkide bugün Meclis’ten çekilsinler diyebilir. Ama bu derin bir siyasi bakış değil. Her yer bizim için bir mevzi ve her mevzi de gereklidir.”

Cîgirê Serokê PIAyê dibêje jî, “Kurdan gelek destkeft bi dest xistine û bala cîhanê kişandine. Dibe daxwaza vekişîna ji parlamentoyê bê kirin, lê ev ne nêrîneke siyasî ya kûr e û her cih girîn e û divê Kurd destkeftên xwe biparêzin.”

 

Zêdetir bixwîne

12:16

Serokê PIAyê: Sedsala 21emîn dê bibe sedsala Kurdan

Mehmet Kamaç
Mehmet Kamaç

Wan (Rûdaw) –  Serokê Partiya Însan û Azadî (PIA) Mehmet Kamaç li ahenga Newroza Wanê ji Rûdawê re ragihand, sedsala 21emîn dê bibe sedsala Kurdan.

Mehmet Kamaç ji Rûdawê re ragihand ku tevî hemû astengî û zext û guvaşan jî Kurd li ser lingan in û li qadan Newrozê bi coşeke mezin pîroz dikin.

Mehmet Kamaç tekezî li ser girîngiya meha Adarê kir ji bo Kurdan û got, “Komkujiya Helebcê di vê mehê de çê bû. Dagîrkirina Efrînê di vê mehê de çê bû. Li gel ku Newroz nûbûna sirûştê ye, ji bo Kurdan jî nûbûna îradeyê ye.”

Li Wanê, Amed û gelek bajarên din ên Bakur û perçên din ên Kurdistanê ahengên Newrozê birêve diçin. Rûdaw bi rûmaleke taybet ahengên Newrozê vediguhêze.

Zêdetir bixwîne

08:49

Rûmala Taybet - Ahengên Newrozê li Amed û Wanê

-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê îro agirê Newrozê tê vêxistin. Li Wanê jî ahenga Newrozê birêve diçe. Rûdaw bi rûmaleke taybet Newrozên Bakurê Kurdistanê vediguhêze.

Newroza Amedê demjimêr 10.00 destpê dike ku li gor Komîteya Amadekar tê pêşbînîkirin nêzikî yek milyon kes li qada Newrozê kom bibin û Newrozê pîroz bikin.

Li Wanê jî ahenga Newrozê li navçeya Îpekyolu birêve diçe.

Ahengên Newrozê di bin tedbîrên xweparastina ji Coronayê de birêve diçin û kesên ku dikevin qadên  Newrozê pêwîst e koda taybet bi testa Coronayê nîşan bidin û bi wî rengî derbasî qadên Newrozê bibin.

Rûdaw ahengên li Amed, Wan û bajarên din ên Kurdistanê bi rûmaleke taybet vediguhêze.

Li aliyê din li bajarên Agirî, Dîlok, Êlih, Şirnex, Dêrsim, Mêrdîn, Riha, Bedlîs, Sêrt, Colemêrg û gelek bajar û bajarokên din jî ahengên Newrozê birêve diçin.

 

Zêdetir bixwîne