Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Tîbetê ya Çînê erdhejeke bi hêza 7,1 pileyan rû da.
Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 36 kes mirine.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) da zanîn ku erdhejê vê sibehê bi dema herêmî saet 09:05an rû daye.
Hat diyarkirin ku navenda erdhejê bajarê Xigazeyê yê Herêma Otonom a Xizangê ye û kûrahiya erdhejê 6,2 mîl e (10 kîlometre).
Ajansa Çavdêriya Erdhejan a Çînê jî destnîşan kir ku mezinahiya erdhejê 6,8 pile ye.
Her wiha har diyarkirin ku Nepal û Hindistan jî bi bandora vê erdhejê hejiyane.
Di vîdeoyên ku Reutersê belav kirine de diyar dibe ku li bajarokên Shigatse û Lhatseyê xisareke zêde gihiştiye avahî û dikanan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse