Brîtanya: Divê Îran dest ji topbarankirina bajarên Kurdan berde

28-09-2022
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Êrîşên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Brîtanya piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û got, “Divê Îran topbarana xwe ya bêserûber a li ser bajarên Kurdan rawestîne.”

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Tariq Ehmed di daxuyaniyekê de got, “Divê Îran topbarana bêserûber a li ser bajarên Kurdan rawestîne ku bûye sedema kuştina xelkê bêguneh û ziyan gihandiye jêrxaneya sivîl.”

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê her wiha anî ziman, “Ev êrîş binpêkirina serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê ne û bi her awayî tên redkirin.”

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê roja Çarşemê 28ê Îlona 2022an êrîşên bi dron û mûşekî yên Supaya Pasdarên Îranê bo ser bingeh û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê got, “Ew nimûneya dubare ya çalakiyên wêranker ên Îranê li navçeyê nîşan didin.”

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê her wiha piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da û got, “Em li kêleka Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne di şermezarkirina van êrîşan de û dê berdewam bin li ser piştevaniya serwerî û asayîşa Iraqê û Herêma Kurdistanê jî di nav de.”

Li gor amarên fermî heta niha 9 kes di encama êrîşên mûşekî û dronên Îranê li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane û 32 kes jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst