Fermandar ji Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê: Em amade ne bo xatirê Tirkiyê li her der şer bikin

28-09-2020
Ziyad Hecî Obêd dibêje bê xwestin amade ne ligel artêşa Tirkiyê biçin her derê çi Azerbaycan be û çi ciheke din be
Ziyad Hecî Obêd dibêje bê xwestin amade ne ligel artêşa Tirkiyê biçin her derê çi Azerbaycan be û çi ciheke din be
Nîşan Ermenistan Azerbaycan Tirkiye Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandar ji Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê Eqîd Ziyad Hecî Obêd ragihand ku heta niha hejmateke çekdar ji herdu grûpên Sultan Murad û Hemzat çûne Azerbayicanê û ev amade ne ji bo xatirê Tirkiyê li her derê şer bikin.

Fermandar ji Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê Eqîd Ziyad Hecî Obêd ji parêzgeha Dîlok a Bakurê Kurdistanê bi rêya Skypê beşdarî bultana taybet a Rojavayê Kurdistanê ya Rûdawê bû û ragihand, ku hejmareke çekdar bo Azerbaycanê şandine û dibe ku di dema bê de ev hejmar zêdetir bibe.

Eqîd Ziyad Hecî Obêd da zanîn, ku ji ber rewşa xirab ya aborî li navçeyên di bin destê wan de, ev çekdar naçar dimînin, ji bo xwedîkirina zarokên xwe bi mûçe biçin Azerbaycan û tekez kir, rewşa navçeyên Efrîn, Serê Kaniyê û navçeyên din ji aliyê aborî ve gelekî xirabe û piraniya çekdaran nikarin malbatên xwe xwedî bikin.

Ziyad Hecî Obêd got: “Tirkiye ji bo zêdeyî 70 hezar şervanan alîkariyê pêşkeş dike. Du sedemên şervanan hene ku li dervey Sûriyê şer bikin, yekem berjewendiyên hevbeş ligel Tirkiyê û duyem jî ji bo şervan debara jiyana xwe bikin.”

Obêd amaje bi wê yekê kir ku çekdarên oposzîsyona Sûriyê li ser daxwaza Tirkiyê çûne Lîbyayê û eger ji wan bê xwestin amade ne ligel artêşa Tirkiyê biçin her derê çi Azerbaycan be û çi ciheke din be.

Bi gotina Ziyad Hecî Obêd her tişt êdî bûne berjewendî û her welat ketiye li pey berjewendiyên xwe û ew jî di wê çarçoveyê de ligel artêşa tevdigerin.

Fermandar ji Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê da zanîn ku Tirkiyê di warên lojîstîk û madî de hevkariya wan kiriye û di şerê li dijî artêşa hikûmeta Sûriyê de bûye alîkar û ew jî niha amade ne wî deynê xwe bidin û wiha pê de çû: “Em dê alîkariya her aliyê bikin ku ji me re bûne alîkar. Tirkiyê gelek alîkariya me kiriye û êdî em jî ligel aliyê wê ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst