Îraq û Tirkiyeyê alîkarî û tîmên rizgarkirinê şandin Îranê

19-05-2024
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Reîsî Îran Helîkopter Mohsen Mensûrî Azerbaycan Îraq Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyva Sor a Îraqê û AFADa Tirkiyiyê eşkere kir ku ji bo rizgarkirin û dîtina helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî tîmên rizgarkirinê û alîkariyê şandine Îranê.

Berdevkê Heyva Sor a Îraqê Xesan Swênî ji Rûdawê re ragihand, 4 tîmên taybet ên ji 20 kesan pêk tên ji bo alîkariya lêgerîna helîkoptera Serokkomarê Îranê hatine amadekirin.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Besam Ewadî bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bangî Wezareta Karên Navxwe, Heyva Sor û hemû aliyên peywendîdar kir ku alîkariya Îranê bikin.

Li gorî gotina Besam Ewadî, Sûdanî ji berpirsên Îraqî re gotiye hemû şiyanên xwe bixine xizmeta aliyên pêwendîdar ên Îranê ji bo lêgerîn û dîtina helîkoptera Serokkomarê Îranê û Wezîrê Karên Derve yê Îranê

Xesan Swênî herwiha got:

"Em li bendê ne ku balafir bên amadekirin da ku bi hevahengiyê bi Heyva Sor û tîmên rizgarkirinê yên Komara Îslamî ya Îranê re bikin."

AFAD: Helîkopterên şevê diçin herêmê

Tirkiyeyê ji bo dîtina helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, tîmên rizgarkirinê, 6 otomobîl û helikopter şandin Îranê.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê ragihand, Îranê ji Tirkiyeyê helîkopterên şevê xwestine.

Ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî AFADê got: “32 karmendên lêgerîn û rizgarkirinê yên çiyager û 6 otomobîlên AFADê ji rêveberiyên Wan û Erzeromê ji bo bigihêjin herêmê bi rê ketin.

Herwiha ji Enqere, Amed û Konyayê 15 karmendên me yên lêgerîn û rizgarkirinê yên çiyager jî amade ne.

Em geşedanan ji nêz ve dişopînin.”

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev îro li ser sînorê Îranê û Azerbaycanê bi merasîmeke fermî Bendava Kiz Kalasî vekiribûn.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ket xwarê û heta niha jî cihê wê nehatiye zanîn.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî da zanîn ku di helîkoptera Reîsî de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbaycanê Melik Rehmetî, Muftiyê Tewrêzê Ayetullah El Haşim jî hene.

Ehmed Wehîdî ji medyaya Îranê re dabû zanîn ku wan 40 tîmên cûda yên rizgarkirinê, tenduristiyê û leşkerî şandine herêmê lê belê ji ber mij û moranê wan heta niha cihê ketina helîkopterê diyar nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst