Amerîka: Sûriyê Rojhilata Navîn tejî madeyên hişbir kiriye

28-04-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sûriye Hebên Keptagon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civata Ewlekariyê ya Navdewletî li ser rewşa Sûriyê civiya û tê de welatên Rojava Rûsya bi wê yekê tohmetbar kirin ku kiriye wêstgeha xwe bo çêkirina ne aramiyê li welatên Afrîqayê bi taybetî bi rêya grûpa Wagner ku li çend welatên Afrîqayê çekdarên wan hene.

Şeva Pêncşemê 27ê Nîsana 2023an, welatên endam ên Civata Ewlekariyê ya Navdewletî li ser rewşa Sûriyê civiyan.

Di vê civînê de, Amerîkayê careke din helwêsta xwe ya li beramber hikûmeta Sûriyê aşkere kir û diyar kir ku peywendiyên xwe li gel Şamê asayî nake.

Amerîkayê herwiha hikûmeta Sûriyê bi wê yekê tohmetbar kir, ku welatê xwe kiriye binkeya bazirganîkirina bi madeyên hişbir li tevahiya navçeyê bi taybetî bazirganîkirina bi hebên Keptagonê (Ceptagon).

Cêgirê Nûnerê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Jeffry Dilorantes bi rêya gotarekê di Civata Ewlekariyê ya Navdewletî de ragihand, Washington bi ti awayekî cezayan li ser Sûriyê ranake heta ew dema ku “proseyeke rasteqîne berfireh dirêj dem bo çaksazziyê û pêşveçûna siyasî tunebe û me daxwaz jî ji welatên din kiriye vê pêngavê navêjin.”

Her di vê civînê de Balyozê Fransayê yê li Civata Ewlekariyê Diyara Demi Labily ragihand ku destpêka vê hefteyê welatên Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser çend berpirsên Sûriyê  sepandine ku rola wan di bazirganîkirina bi madeyên hişbir wekKeptagonê de li nav welatên Rojhilata Navîn heye.

Herwiha Nûnerê Amerîkayê ew tohmetên Rûsya û Sûriyê red kirin ku di civînê de Washington tohmetbar kiribûn ku ji ber cezayên Amerîkayê alîkariyên mirovî kêm digihin destê zerardîtiyên erdheja 6ê Sibatê yên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê.

Jeffry Dilorantes derbarê alîkariyan de dibêje: “Em berdewam dibin di alîkariyên mirovî de dûrî cezayan û pêşwaziyê li her gotûbêjên nêtpak jî li Neteweyên Yekbûyî dikin bo berfirehkirina alîkariyên mirovî.”

Di cezayên nû yên Yekîtiya Ewropayê de, 25 kesayetî û 8 saziyên Sûrî ceza bi ser wan de hatiye sepandin ku du ji wan kurên apê serokê Sûriyê Beşar Esed in, ku bi berhemanîna hebên Keptagonê hatine tohmetbarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst