Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarovayê ji Rûdawê re ragihand ku ew piştgiriyê didin rêkeftinên ji bo vegera Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin desthilata HSDê de ji bo nava dewleta Sûriyeyê dikin.
Zaxarovayê her wiha got ku divê alî hevkar bin û amade bin ji bo hin lihevkirinê.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di bersiva pirseke Rûdawê de li ser rewşa niha ya Sûriyeyê û helwesta Rûsyayê ya li ser guherînên li wî welatî got:
"Me her tim daxwaz kiriye ku rêz li yekrêzî û serweriya Sûriyê bê girtin, ku beşeke ji prensîbên me ye."
Zakharova dibêje: "Em dixwazin ku çarenivîsa welêt ji aliyê Sûriyeyan ve bi diyalogeke niştimanî ya berfireh û dûr ji midaxelekirin ji derve were diyarkirin.
Bi ya min, encama wê rêkeftina di navbera berpirsên Sûriyeyê û serkirdayetiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de gaveke girîng e bi aliyê avakirina yekîtiya Sûriyeyê û bihêzkirina ewlehî û aramiya wê."
Derbarê rewşa Tirkiyeyê û bipêşketinên nû yên li wî welatî de, Zaxarovayê got:
"Komara Tirkiyeyê cîran û hevbeşeke girîng a me ye, ji ber vê yekê tiştên li wir diqewimin bo me girîng in.
Em bawer dikin ku ev pirsa serweriya welêt e û em rêzê li wê yekê digirin ku Enqere bi serxwebûnî biryar bide li ser wê rêya ku dixwaze pirsên xwe yên navxweyî pê çareser bike."
Zaxarovayê di berewamiyê de wiha got, "Helwesta Rûsyayê nehatiye guhertin û ev yek bi prensîbên me yên avakirina peywendiyên dualî ve girêdayî ye.
Em hêvîdar in ku berpirsên Tirkiyeyê kar bikin ji bo çareserkirina pirsa civaka Kurd ku dibe sedema aramiya ewlehiyê li navxwe û derveyî Tirkiyeyê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse