Qubad Talebanî: Em ji bo ku berî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê hikûmetê ava bikin dixebitin

10-04-2025
RÛDAW
Qubad Talebanî ji Zinar Şîno re axivî / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Qubad Talebanî ji Zinar Şîno re axivî / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Qubad Talebanî Hikûmeta Herêma Kurdistanê Foruma Aboriyê ya Delphiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji Rûdawê re got, “Em ji bo ku berî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê hikûmetê ava bikin dixebitin.”

Foruma Aboriyê ya Delphiyê li bajarê Delphiyê yê Yunanistanê berdewam dike û şandeyeke Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî beşdar e.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li bajarê Delfiyê ji nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno re got:

“Avakirina hikûmeteke hevpeymaniyê ya di navbera YNK û PDKyê de ne gaveke hêsan e.

Vê carê me xwest bi awayekî din vê hikûmetê ava bikin.

Ne ku em rûnin û bibêjin, kerem bike ev post a te be û ez jî vê postê werdigirim û werin em postan li hev belav bikin.”

Li gorî daxuyaniya Serokwezîriya Îraqê, Encûmena Wezîran a Îraqê roja 11ê Çiriya Paşîn a 2025an wekî roja hilbijartinên Parlamentoya Îraqê diyar kir.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî anî ziman:

“Ez hêvîdar im û em jî dixebitin ku berî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê kabîneya nû ya hikûmetê hatibe sazkirin.

Vê carê me guftûgoyeke kûr û dirêj bi birayên xwe yên Partiya Demokrat a Kurdistanê re li ser nêrîneke hevpar a ji bo birêvebiriyê kiriye.

Em di wan çend civînên ku hatin lidarxistin de gihîştin nêrîneke hevpar.

Niha em hêdî hêdî diçin qonaxeke din ku tê de behsa pêkhatina kabîneyê dikin.

Ji ber vê ez ji vê pêvajoyê geşbîn im, rast e ne hêsan e lê em dê hikûmetê pêk bînin û radigihînin û hêvîdar in ku hikûmeta bê Hikûmeta herî baş a Herêma Kurdistanê be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst