Bernameya NEXTê ya Rûdaw TVyê ku Namo Ebdullah pêşkeş dike, di vê beşê de Greenland kiriye mijara xwe.
Trump di daxuyaniyên xwe yên dawî de diyar kir ku "ji bo ewlehiya neteweyî divê Greenland a me be" û ev ne cara yekem e ku behsa kirrîna vê giravê dike.
Ev girava cemserî ya ku girêdayî Danîmarkayê ye, ji aliyê stratejîk ve jî xwedî girîngiyeke mezin e.
Berê jî Trump sala 2019an daxwaza kirrîna Greenland kiribû lê wê demê Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen daxwaza wî wek "bêwate" bi nav kiribû û bi tundî red kiribû.
Greenland xwedî çavkaniyên xwezayî yên dewlemend e û di heman demê de ji ber helîna coxrafî ya xwe jî di navbera Rûsya û Amerîkayê de xaleke stratejîk e.
Amerîka berê jî di dema Şerê Sar de li Greenland baregeheke leşkerî ya mezin ava kiribû ku îro jî hîn tê bikaranîn.
Bi taybetî, bi guhertina şert û mercên avhewayê û helîna qeşaya li cemserên dinyayê, girîngiya Greenland her ku diçe zêdetir dibe.
Niha gelek welatên mezin bi çavên veberhênanê li vê girava ku zêdetirî 56 hezar şênî lê dijîn, dinêrin. Hebûna madenên giranbiha û vekirina rêyên nû yên avî yên ji ber helîna qeşayê, balê zêdetir dikişîne ser vê giravê.
Naveroka vê beşa bernameya NEXTê ya Rûdaw TVyê wiha ye:
Serokê Amerîkayê Donald Trump, "Greenland ji bo ewlekariya me ya neteweyî pêwîst e. Tewra ji bo ewlekariya navneteweyî jî.
Em bi hemû aliyên pêwendîdar re ji bo bidestxistina wê kar dikin. Di rastiyê de ji bo ewlekariya cîhanê pêwîstiya me pê heye. Ez bawer im ku em ê bi dest bixin. Her çawa be, em ê bi dest bixin."
Namo Ebdullah ji Serokê berê yê Şirketa Neteweyî ya Neftê ya Greenlandê Hans Kristian Olsen pirsî: "Ji me re behsa wan hemû qeşayan bike ku li pişt te ne. Îro, ne pir germ e. Wisa ye? Pileya germê dereceyeke sedî di bin sifirê de ye. Bi gelemperî, di vê demê de pir sartir e. Ji me re qal bike çi diqewime? Ma ev ji bo te normal e? Û tu ji demeke dirêj ve li vir dijî."
Serokê berê yê Şirketa Neteweyî ya Neftê ya Greenlandê Hans Kristian Olsen got:
"Ev ne asayî ye. Bahozeke xurt qeşayên mezin helandine û pêlên van hemû girikên berfînî anîne vir ji bo vê fîyordê."
“Pileya germahiya ava deryayan li peravên Greenlandê bilindtir dibin”
Rêveberê Rêxistina Deryaya Bakur/Oceans Northê Jenseeraq Poulsen:
"Ez bawer dikim, îro kêşeya herî girîng a jîngehî ku em pê re rû bi rû ne, guherîna keş û hewayê ye. Ev niha nîgeraniya sereke ya Greenlandê ye.
Em dibînin ku pileya germahiya ava deryayan li peravên Greenlandê bilindtir dibin.
Di heman demê de, em koça cûrbecûr a masî û ajelên din ên deryayî dibînin. Herwisa em bandorên din jî li ser masîgirtinê dibînin.
Li navçeya Disco Bay, wekî mînak, ji me re gotin ku vê havînê cureyê masiyên Polar Kod nehatiye dîtin."
Bandora guherîna keş û hewayê li ser jiyana xelkê Greenlandê
Masiyê Polar Kod li bakurê Greenlandê pir girîng e çimkî wekî xwarinekê ji bo girtina cureyê masiyên Halibutê tê bikaranîn.
Lê tu zêdetir ber bi herêmên bakur û qutban ve biçî, li wir tên dîtin ji ber ku masiyê Polar Kod, li gorî masiyên din, pêwîstiya wê bi deryayeke pir sar heye.
Ji ber helîna qeşayan, xwê di nav avê de kêm bûye. Em cureyên nû yên teyrikan dibînin ku ji Kanada û Ewropayê hatine.
Em kêzikan li ser ajelên xwe dibînin. Bandora vê yekê li ser awayê jiyana me heye, çimkî em civakeke nêçîrvan in. Berê, em diçûn nêçîra xezalên kovî, pak û bê kêzik bûn. Îro, em pir caran kêzikan di nav goşt de dibînin."
“Em ne şerker in”
Namo: "Nexwe Greenlandî gelekî nêçîrvan e?"
Dîzayner Liv Aurora Jensen: "Em gelekî nêçîrvan in. Em ne şerker in. Em gelekî nefsbiçûk, dilsoz û dilovan in û em bi xwe xwarina xwe bi nêçîrê peyda dikin, heta îro jî her em bi xwe xwarina xwe nêçîr dikin û em dikarin xwarinê ji xwe re peyda bikin."
Hûn zêdetir nêçîra çi dikin?
"Her tiştî, ji masiyan bigire heta teyr û kêroşk û asikên kovî û gayê musk."
"Gayê musk"
"Erê."
"Tiştekî pir girs e."
"Erê, wisa ye."
"Ti têkiliya wî bi Elon Musk re tune ye."
"Na. Ew dikare were vir û ez bawer im wê demê dê hemû biçim da ku Elon Musk nêçîr bikin."
"Ew li vir nayê hezkirin?"
"Na, bawer nakim."
"Tişta yekem, em dixwazin serbixwe bin dema ku em amade bin. Paşê, ez ji bo vegerandina çanda me hewl didim. Ji ber ku em pir bê hêvî û şepirze bûn.
Ez dixwazim welatê min vegere. Ez dixwazim zimanê min vegere, ji ber ku ez yek ji wan kesan im li vir ku zimanê Greenlandî nizane, ji ber ku dema ez mezin bûm, diviyabû tenê bi Danîmarkî biaxivim. Loma min zimanê xwe ji bîr kir, ev jî pir bi êş e; ji aliyê derûnî ve pir êşdar e."
Karmenda dewletê Nicoline Kousgaard jî got:
"Eger ez li Danîmarkayê bijiyama, bawer nakim serxwebûna Greenlandê bandor li ser min bikira. Eger gelê Greenlandê wê dixwaze, ez bi tevahî rêzê li biryara wan digirim.
Ew êşa derûnî ku Danîmarkê daye me ew bû ku tişt xistiye nav jinên me de da ku nikaribin zarokan bînin. Wan zarok dibirin Danîmarkê da ku bibin rojavayî. Diviya bi Danîmarkî biaxivî, diviya biçî dibistanên Danîmarkê. Bi gotineke din, tu bi wî awayê ku heyî ne baş î, divê tu wekî me bî."
Çavkaniyên madenên kêmpeyda
Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Madenî yê Greenlandê Jorgen T. Hammeken-Holm jî got: "Kêm zêde her tiştê me heye.
"Lîsteyeke Amerîkayê heye û lîsteyeke Yekîtiya Ewropayê heye. Jêre tê gotin lîsteya madenên girîng. Bo mînak, li Amerîkayê, pêncî maden di lîsteyê de hene ku ji bo pîşesaziyên wan û tiştên din girîng in. Ji wan 45 hebên me hene."
Bandora sereke ya guherîna keş û hewayê di têkiliya bi madenên kêmpeyda de ew e ku niha derfet vekirîtir e ji bo lêgerîna li madenan. Derfeta we jî heye ku hûn biçin bakurê Greenlandê û li wir li madenan bigerin.
Rêveberê Yekîtiya Karnasên Greenlandê Konsulê Fexrî yê Brîtanya li Greenlandê Christian Keldsen jî got
"Bi baweriya min, girîng e ku em li dînamîkên cîhanê binêrin. Û niha, dema ku Çîn serdest e ji aliyê pirbûna madenên kêmpeyda û parzûngehan ve û Ewropa û Dewletên Yekbûyî pir pişta xwe bi pê girêdane ji bo veguheztina enerjiyê ber bi enerjiya dosta jîngehê, ji bo hilberîna otomobîlên elektrîkî, ji bo gelek tiştên cuda, li gorî min, ji bo hin madenan, Çîn têra du salên din jî embar kiriye ku dikare bişîne bazaran û nirxan kontrol bike.
Ez bawer im ku her du jî, Ewropa û Amerîka, bi rêya girîngîdana bi Greenlandê û 13 an jî 14 welatên din ku peyman bi wan re îmze kirine, berjewendiya wan di guherandina hevsengiyê, piştgirêdana bi xwe li vê beşa cîhanê û kêmkirina serdestiya Çînê de heye."
Rêyên avî û korîdora bakur-rojavayê
Rêveberî Kompanyaya Lumina Bent Olsvig Jensen: "Ev, lê niha tu dikarî bibînî ku qeşa, bi taybetî qeşaya bakur dihelin, tu dibînî ku daxwaz ji bo bikaranîna korîdora bakur-rojavayê zêde bûye."
"Eger tu bixwazî tiştekî veguhezî, tewra ji Ewropayê jî ber bi Asyayê ve, divê tu biçî başûrê Afrîkayê yan jî di nav Kanala Suwêsê re derbas bibî. Û eger tu li perava rojhilatê Amerîkayê bî, divê tu biçî Kanala Panamayê. Lê eger korîdora bakur-rojavayê vekirî û berdest be, wê hingê tu dikarî dema rêwîtiyê bi awayekî berbiçav kêm bikî."
Moletên madenan û helwesta li hember daxwaza Trump
Christian: "Zêdetirî heşt moletên me hene ku niha ji aliyê hikûmetê ve bi kompanyayan hatine dayîn. Û nêzîkî pêncî ji wan di destê Greenlandiyan de ne, û yên mayî di destê biyaniyan de ne."
Namo: "Û em dizanin ew deste li gorî welat kî ne?"
"Erê, em dizanin. Brîtanya ya herî mezin e, û hejmareke baş di destê Kanadayê de ye. Tenê yek di destê Amerîkayê de ye."
Namo: "Dema kesekî wekî Trump dibêje dixwaze welatê te bikire, çi hest li cem te çêdibe?"
Masîgir: "Ya ku got ne pir xerab bû. Zêdetir mirov wekî geştyar tên vir, û ev ji bo me baş e."
Namo: "Tu dixwazî bibî Amerîkî?"
"Na. Na."
"Dixwaze vegere mala xwe."
Namo: "Mal li ku ye?"
"Li Greenlandê."
Namo: "Peyama te ji bo Trump çi ye? Tiştek heye tu jê re bibêjî?"
"Bextekî baş"
"Hevpeymaniyeke me ya leşkerî bi Amerîkayê re heye. Û em dixwazin hevpeymaniya me ya leşkerî bi wan re berdewam be, lê divê wek gelekî rêzê li me bigirin."
Namo: "Gelo ti îmkanek heye ku Trump bikaribe Greenlandê têxe ser Amerîkayê?"
Hans: "Em di 2025an de ne. Dema kirîna mirovan û erdê bi dawî bûye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse