Ajanseke YEyê ji Rûdawê re got: Hinek madeyên hişbir ji Sûriye û Îraqê tên

27-08-2024
RÛDAW
Madeyên hişbir / Wêne: Ji dîmenan
Madeyên hişbir / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Madeyên Hişbir Ewropa Îraq Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê ketiye ber pêleke mezin a bazirganiya madeyên hişbir.

Ajansa Rûbirûbûna Madeyên Hişber a Yekîtiya Ewropayê ji Rûdawê re ragihand ku hinek madeyên hişbir ji Suriye û Îraqê diçin welatên Ewropayê.

Li Îtalya û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê bikaranîna madeyên hişbir zêde dibe.

Polîsên Îtalyayê li bajarê Ravennayê ji bo destbiserdegirtina madeyên hişbir operasyonek kir.

Pisporê Ajansa Rûbirûbûna Maddeyên Hişber a Yekîtiya Ewropayê Alexander Soderholm ji Rûdawê re got:

“Dema em behsa rê û wan madeyên hişbir ên bi qeçaxî tên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dikin, divê bizanibin ku sedema herî diyar zêdebûna madeyên hişbir e, hebûna grûpên tawankar e ku rêyên bazirganî ji bo wê armancê bi kar tînin.”

Eroîn, Captagon û kokaîn ew sê madeyên hişbir in ku bi qeçaxî ji welatên endamê Yekîtiya Ewropayê re tên birin.

Beşa zêde ya eroînê li Efxanistanê tê hilberîn û bi rêya welatên Balkanê diçin rojavayê Ewropayê.

Piraniya Captagonê jî li Sûriye û Libnanê tê hilberîn.

Kokaîn ji welatên Amerîkaya Latîn diçe endamên Yekîtiya Ewropayê.

Pisporê Ajansa Rûbirûbûna Maddeyên Hişbir a Yekîtiya Ewropayê ji Rûdawê re got, hinek ji wan madeyên hişbir bi rêya Tirkiyetê ji Ewropayê re tê veguhastin.

Alexander Soderholm got:

“Beşeke zêde ya eroînê bi rêya Îran û Tirkiyeyê digihe bazarên Ewropayê. Ew jî egereke ku beşeke eroînê bi qeçaxî birîne Îraqê û ji wê derê dibin Tirkiyeyê û piştre tînin Ewropayê.

Li hinek ciha sînor baş nehatine kontrolkirin û ew jî kêmasiyek e ku qeçaxçiyên maddeyên hişbir sûdê jê werdigrin.”

Benderên Yekîtiya Ewropayê deriyên herî xuya ne ku qeçaxçî ji bo veguhestina madeyên xwe bi kar tînin.

Berdevkê Ajansa Hevahangiyê ya Yekîtiya Ewropayê yê Rûbirûbûna Tawanan (Eurojust) Ton van Lierop jî ji Rûdawê re got:

“Par bi bihayê 25 milyar û 600 milyon dolaran dest danîne ser madddeyên hişbir. Pêrar jî 11,7 milyar dolar bû.

 Wî berpirsê Yekîtiya Ewropayê amaje bi wê yekê jî da ku par welatên endam daxwaza yekalîkirin û rûbirûbûna 2 hezar û 462 dosyeyên maddeyên hişber kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst