Pentagon: Di 3 mehan de 134 caran êrişî hêzên Amerîkayê hatiye kirin

10-02-2024
RÛDAW
Nîşan Pentagona Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Îraq Sûriye Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku grûpên ser bi Îranê ve di 3 mehên borî de li Îraq û Sûriyeyê 134 caran êrişî baregehên Amerîkayê kirine.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) rapora xwe ya di navbera 1ê Çiriya Pêşîn û 31ê Kanûna Pêşînê ya 2023an da pêşkêşî Kongreyê kir.

Di raporê de hat ragihandin “Grûpên milîs ên nêzikî Îranê li Îraq û Sûriyeyê herî kêm 134 caran êriş li dijî berjewendiyên Amerîkayê pêk anîne ku di encamê de leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.”

Pentagonê di raporê xwe de da zanîn ku grûpên bi dronên bombebrakirî, roket û mûşekan êrişî hêzên Amerkiyê kiriye.

Di raporê hat destnîşankirin ku hêzên Amerîkayê jî li Îraq û Sûriyeyê bersiv daye grûpên ser bi Îranê.

Pentagonê di raporê de bal kişand ser wê yekê ev êriş bi şerê Hemas û Îsraîlê ve girêdayî ne.

Di beşeke din a raporê de hat ragihandin ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ji bo parastina hêz û berjewendiyên xwe yên li Îraq û Sûriyeyê sîstemên zêdetir ên dijî mûşekan şandine herêmê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst