Maria Zakharova: Pêwendiyên me û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hene

13 demjimêr berê
Maria Zakharova / Wêne: AFP
Maria Zakharova / Wêne: AFP
Nîşan Maria Zakharova Rûsya Pêwendî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê eşkere kir ku pêwendiyên wan û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hene.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê di konferanseke rojnamegeriyê de pirsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li ser Sûriyeyê bersivand.

“Rûsya dê pêwendiyên xwe bidomîne”

Maria Zakharovayê li ser pêwendiyên Rûsyayên yên bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re got:

“Me çend caran gotiye ku Rûsya dê pêwendiyên xwe yên bi hemû hêzên siyasî û hikûmeta demkî re bidomîne.

Bi ya min şaşfêhmkirinek çêbûye yan jî nûçeyên xelet hatine ber destê we.

Rûsyayê li Sûriyeyê hebûna xwe ya dîplomatîk neguhertiye.

Balyozxaneya me ti demê karên xwe yên li Şamê ranewestandine û karên xwe domandine.

Balyozxaneya me bi temamî karên xwe didomîne.”

Desthilata Beşar Esed 8ê vê mehê rûxiya û Heyeta Tehrîr El Şamê hikûmet xist bin kontrola xwe.

Niha li Sûriyeyê hikûmeteke demkî hatiye avakirin û li gorî planê dê heta Adara 2025an ev hikûmet li ser kar be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst