Rûsya: Em piştgiriyê didin normalbûna pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê

22-08-2024
Nîşan Maria Zakharova Rûsya Sûriye Tirkiye Pêwendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Maria Zakharovayê got, “Rûsya piştgiriyê dide normalbûna pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova di konferanseke rojnamegeriyê de pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.

Maria Zakharova diyar kir ku “welatên Rojavayê hewleke mezin da ku aloziya Sûriyeyê mezintir û gurrtir bikin lê Rûsyayê rê li ber vê yekê girt.”

“Asayîkirina pêwendiyan karê wan ê sereke ye”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir, ew dê piştgiriya ku didin Hikûmeta Sûriyeyê bidomînin û li pey çû:

“Wekî hûn dibînin Sûriye û Tirkiyeyê asayîkirina pêwendiyan kiriye karê xwe yê sereke.

Peyama ku her du alî ji bo vê yekê amade ne ji aliyê rayedarên payebilind ên Şam û Enqereyê ve hatiye şandin.

Derbarê me, em bawer in ku asayîkirina pêwendiyan di navbera Şam û Enqereyê de gelekî girîng e ji bo asayîkirina rewşa Sûriyeyê û bihêzkirina aramiya herêmê.

Rê bide min, ez di bîra te bînim ku Moskowê sala 2023yan di navbera Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê de hinek civîn saz kirin.

Wekî hûn dizanin bingehek ji bo bipêşxistina diyalogê li ser hemû mijaran û başkirina pêwendiyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hat danîn.

Ji bo jinûveavakirina pêwendiyên Enqere û Şamê ku di Konferansa Astanayê de gelek caran hatiye nîşandan, em hevahengiyeke zêdetir dixwazin.”

“Em piştgiriyê didin danûstandinên her du aliyan”

Maria Zakharovayê diyar kir ku Rûsya piştgiriyê dide normalbûna pêwendiyên her du aliyan û li pey çû:

“Li welatê me û li bajarê Moskowê hinek civîn hatin kirin û berpirsên Sûriye û Tirkiyeyê beşdarî wan bûn.

Ev derfetek e ji bo diyaloga neyekser a li ser bingeha hevahengiya hevbeş hebe.

Em piştgiriyê didin danûstandinên her du aliyan û beşdarî asayîkirina pêwendiyên wan her du aliyan dibin.”

“Li Sûriyeyê dê her tişt asayî bibe”

Zakharovayê got ku welatên Rojavayê aloziyên li Sûriyeyê çêkirine û berdewam kir:

“Hûn dizanin, me ji destpêkê ve got ku hewlên cudakirina Sûriyeyê derxistina wê ji navendên herêmê û nemuzakerekirina bi rayedarên Şamê re şaş bûn.

Me ji sala 2015 û 2016an ve pêşbînî kiriye ku dê her tiştê li ser rewşa Sûriyeyê vegere rewşa asayî û Sûriye dê hevahengiya bi welatên cîran û herêmê re ji nû ve bide destpêkirin.

Sûriye piştre dê rola xwe ya berê bi dest bixe û têkiliyên xwe bi gelek welatên re ji nû ve ava bike ku wan berê ev red kiribû.

“Rojavayê alozî çêkirin”

Ev yek eşkere bû ji ber ku her tiştê li ser Sûriyeyê û aloziyên wê ji aliyê welatên Rojavayê ve hatibû çêkirin û gurkirin.

Ji bo vê jî Rûsya destûrê nade Sûriye bikeve bin zextên Rojavayê.

Rûsya dê ji bo alîkarîkirina ji bo şerê li dijî terora navneteweyî û misogerkirina başkirina pêwendiyên Sûriyeyê û welatên ku pişta xwe dane wê xebatên xwe bidomîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst