Neteweyên Yekbûyî: Li Xezeyê cihekî ewle nemaye

26-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Xeze Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê li Xezeyê “devereke ewle nemaye.”

Îsraîl beriya operasyona bejahî ya li Xezeyê, êrişên hewayî zêdetir kirine.

Êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê didomin. Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê li bajarê Xan Yûnisê gelek avahî xera bûn.

Neteweyên Yekbûyî têkildarî êrişan hişyariyekî tund da û got, “Li Xezeyê cihekî ewle nemaye.”

Kordînatora Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo herêmên Filistînê Lynne Hastings di daxuyaniya daye de got:

“Ti vebijêrek ji mirovan re nehiştine. Li Xezeyê cihekî ewle nemaye.”

Di 24 demjimêran de 250 êrişên

Îsraîlê ragihand ku wan di 24 demjimêran de 250 êrişên asmanî li Xezeyê pêk anîne.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat îdiakirin ku cihên hatine bombebarankirin xalên leşkerî yên çekdarên Hamasê ne.

Aliyê Filistînî jî dibêjin ku di êrişan de gelek jin, zarok û sivîlan canê xwe ji dest daye.

Duh di êrişa Îsraîlê ya li ser Xezeyê de, ji malbata nûçegihanê El Cezîreyê Vaîl el-Dahduh, jin keç û kurê wî û gelek kesên din canê xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst