
Olaf Scholz kandîdê SPDê bo posta Şêwirmendiya Almanyayê di nav alîgirên partiya xwe de li Berlînê. Wêne: Odd ANDERSEN / AFP
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî bidawîhatina hilbijartinên Almanyayê, medyayên wî welatî encamên destpêkê yên hilbijartinan belav kirin û li gor encaman Yekîtiya Partiyên Kirîstiyan a ji her du partiyên CDU û CSU bi %25 dengan û Partiya Sosyal Demokrata Almanyayê (SPD) bi %25 dengan piraniya dengan bi dest xistine.
Li gor encamên destpêkê, Partiya Kesk (Grune) %15 dengan, Partiya Demokrat Azad a Almanyayê (DFP) %11 dengan, Partiya Alternatîv bo Almanyayê (AfD) %11 dengan, Partiya Çepên Almanyayê (Die Linke) %5 degan bidest xistine.
Herwiha wek ku medyayên Almanyayê belav kirine, partiyên din jî %8 dengan bidestxistine.
Di demjimêrên bê de, dê encamên destêkê yên femrî bên aşkerekirin.
Di hilbijartina îro yên Almanyayê de, zêdetirî 60 milyon kesan mafê dengdanê hebûn.
Berî lidarxistina hilbijartinê, rapirsiyên dawiyê wiha didan nîşandan ku Partiya Sosyal Demokrat (SPD) nêzîkî ji sedî 25, hevpeymaniya Partiya Yekîtiya Sosyal Kristyan û Partiya Yekîtiya Kristiyan Demokrat (CDU/CSU) 22% ji dengan û Partiya Kesk jî nêzîkî ji sedî 17ê dengan bidest bixin.
Di hilbijartinên vê carê de cihgirê Angela Merkel jî tê diyarkirin, ku piştî 16 salan rêveberiya wê li Almanyayê li ser daxwaza wê bi xwe dawî pê hat.
Partiyên siyasî yên li Almanyayê, ji bo posta şêwirmendiya welat berbijêrên xwe diyar kirine, ku rikeberiya sereke di navbera berbijêrên hersê partiyên SPD, CDU û Kesk de ye.
Partiya Yekîtiya Kirîstiyan Demokrat, Armin Laschet, Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Olaf Scholz û Partiya Kesk jî Annalena Baerbock ji bo posta Şêwirmendiya Almanyayê berbijêr kirine.
Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) 709 kursiyên wê hene.
Herî kêm 11 berbijêrên Kurd-Alman di hilbijartinên îro de beşdar bûn, 5 ji Partiya Çep (Die Linke), 3 ji Partiya Keskan (Die Grunen), û ji her yek ji Partiya Demokrat a Azad (FDP), Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Yekîtiya Demokratên Kirîstiyan (CDU) de, berbijêrek Kurd tevli hilbijartinan bûn.
Hevserokê Civata Kurd li Almanya (Kurdische Gemeinde Deutschland /KGD) Mehmet Tanriverdi pêştir di daxuyaniyekê de ji peyamnêrê Rûdawê Hemîn Ebdullah re axivîbû û pêşbînî kiribû ku herî kêm 3 an 4 berbijêrên Kurd-Alman bikevin parlamentoyê.
Tanriverdi gotibû, "Bi vî awayî hejmara parlementerên ku bi eslê xwe Kurd in, dê li parlamentoyê du qat zêde bibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse