Hewlêr (Rûdaw) - Friedrich Merz, serokê Partiya Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU) ye û namzedê herî bihêz ê posta serokwezîriya Almanyayê ye.
Friedrich Merz siyasetmedar, bazirgan, milyoner, pisporê darayî û firokevan e.
Merz demekê reqabet bi Angela Merkelê re dikir da ku bibe serokê partiyê.
Nivîskar û rojnameger Volker Resing, li ser jiyana siyasî ya Merz dibêje, "Angela Merkel û Friedrich Merz bi hev re di CDUyê de bi pêş ketin, sala 2000î bi hevserokatiyê dest pê kirin.
Her çi qas wan xwest çaksaziyan di nav partiyê de bikin jî lê ji ber krîza bidestxistina desthilatê, Merkel bi ser ket û sala 2005an bû serokwezîr."
Merz fêm kir ku ji ber Merkel, cihekî wî li lûtkeya partiyê nîne, lewma sala 2009an siyaset terk kir.
Merz dest bi kar û xebatên bazirganî û veberhênanê kir û demeke dirêj li Amerîka û Çînê derbas kir, di heman demê de bi karê firokevaniyê jî mijûl bû.
Piştî 9 salan û paşvekişîna Merkel, sala 2018an Merz vegeriya û xwe ji bo serokatiya partiya rastgir-navîn kir namzed lê dîsa têk çû.
Merz dev jê berneda û destpêka 2022yan bi fermî posta serokatiya partiyê wergirt.
Friedrich Merz Îlona 2024an ji aliyê partiya xwe ve wekî berendam ji bo posta serokwezîriya Almanyayê di vê hilbijartinê de hat destnîşankirin.
Li gorî rapirsiyan li pêş e
Li gorî hevrikên xwe yên partiyên din Merz namzedê herî bihêz e.
Li gorî rapirsiyên dawî, Partiya Xiristiyan a Demokrat (CDU) di vê hilbijartinê de ji sedî 29ê dengan bi dest dixe.
Volker Resing, li ser siyaseta Merz dibêje, "Ew piştgiriyê dide siyaseteke tundtir a koçberiyê, pêşniyar dike ku sînorê Almanyayê were girtin. ev jî dibe sedema derketina nakokiyên siyasî."
Propagandaya Merz li ser du mijarên sereke ye; aborî û rêlibergirtina koça neyasayî.
Merz pêşî xwest bi Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê (AfD) re ku rastgirên tundrew û dijî koçberan e, kar bike, lê paşê poşman bû.
"Em bi AfDyê re kar nakir"
Seyran Bapo, parlamentera Kurd a Partiya Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU) e û li ser karkirina bi AfDyê re got:
"Em bi wê partiyê re kar nakin ku navê xwe kiriye Alternatîv ji bo Almanyayê. Ne berê, ne jî piştre, tu carî."
Friedrich Merz 69 salî ye. Sala 1972yan tevlî CDUyê bûye, sala 1989an bûye endamê Parlamentoya Ewropayê, sala 1994an bûye parlamenterê Almanyayê û çar sal xizmeta leşkerî kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse