Hewlêr (Rûdaw) - Îro hilbijartinên Parlamentoya Federal a Almanyayê tên lidarxistin û zêdeyî 59 milyon kesan mafê deng danê heye.
Xelkê Almanyayê îro ji bo hilbijartina 630 parlamenterên endamên Parlamentoya Federal a Almanyayê diçin ser sindoqên dengdanê.
Li gorî amarên fermî zêdetirî 59 milyon kesan mafê dengdanê di hilbijartinên îro de heye.
Zêdetirî 30 milyon ji dengderan jin in û 28.6 milyon jî dengderên mêr in, her wiha 2,3 milyon kes jî cara yekem e mafê dengdanê heye.
Deriyê navendên dengdanê saet 08:00ê sibe bi dema Almanyayê (10:00ê sibe bi dema Hewlêrê) tê vekirin û heta saet 20:00î bi dema wî welatî berdewam dibe.
Ji sedî 30ê dengdêran hîn jî biryara xwe nedaye
Li gorî rapirsiyên dawî, nêzîkî ji sedî 30ê dengderan hîn biryar nedane dê dengê xwe bidin partiyê.
Serokê Partiya Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU) Friedrich Merz, namzedê herî bihêz ê posta serokwezîriya Almanyayê ye.
Friedrich Merz di kampanyaya xwe ya dawî de soz da ku dê tedbîrên tund li hemberî rastgiran bigire.
Ev jî di demekê de ye ku rapirsî amaje dikin Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê (AfD) ya rastgir û radîkal a dijî koçberan, dê dengekî zêde bi dest bixe û soz daye ku dê tedbîrên li hemberî koçberan tundtir bike.
Merz ragihand ku eger partiya wî bi ser bikeve, dê Almanya dengekî xurttir li Ewropayê hebe û got:
"Ji vir û pê ve divê ewlehiya Ewropayê di destê Ewropiyan de be, ji ber ku êdî piştgiriyên Amerîkayê ne garantî ne."
Li gorî rapirsiyan CDU yekemîn e
Her wiha wî serokê CDUyê soz da ku dê sînorên Almanyayê li hemberî koçberan tundtir bike û aboriya welatê xwe jî vejîne.
Ev hilbijartin di demekê de ji bo Almanyayê tê kirin ku xwediyê mezintirîn aboriya Ewropayê ye û pêwendiyên di Ewropa û Amerîkayê de piştî vegera Donald Trump ber bi lawaziyê ve diçe, bi taybetî di warê stratejiya rojavayî û şerê li Ukraynayê de.
Li Ewropayê, dilgiranî li hemberî hewlên Amerîkayê yên ji bo destpêkirina diyalogê bi Rûsyayê re bêyî beşdarkirina welatên Ewropî û Ukraynayê heye.
Divê were gotin ku AfDyê di kampanyaya hilbijartinan de pesna siyasetên tund ên îdareya Trump da.
Li gorî rapirsiyan Partiya Demokrat a Xiristiyanan bi bidestxistina ji sedî 30ê dengan dê bibe yeke û Friedrich Merz dê bibe serokwezîrê nû yê Almanyayê.
Piştî wê partiyê jî tê texmînkirin ku ji sedî 20ê dengan AfD wergire û bibe hêza duyem Almanyayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse